HDP: Siyaseta demokratîk hedef hat girtin

  • 11:36 4 Mijdar 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta salvegera 4’ê Mijdara 2016’an daxuyaniyeke biniviskî weşand û wiha got: “Derbeya siyasî ku bi destê tifaqa AKP-MHP’ê ve hate pêkanîn, îro di her qadê de bi awayekî hovane tê meşandin. Siyaseta demokratîk hedef hat girtin.”
 
4 sal di ser derbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an re derbas bûn. Plana çokşikandinê ku biryara wê di di cotmeha 2014’an de hatibû girtin, di 4’ê Mijdara 2016’an de hat pêkanîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê salvegera 4’ê Mijdara 2016’an daxuyaniyeke bi niviskî weşand û xwest ku bi awayekî zelal her partî û alî bêşert û bêmerc li dijî vê mekanîka derbeyê dengê xwe bilind bikin.
 
Daxuyaniya HDP'ê wiha ye:
 
“Hevserokên me yên Giştî yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û bi dehan parlementer, bi sedan hevşaredar û bi hezaran endamên partiya me, heta niha bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Îradeya gel nehate naskirin, şaredarî bi awayekî aşkere hatin desteserkirin. Hemû rêgezên qanûna bingehîn hatin binpêkirin, şer, pevçûn li ser gelan hate ferzkirin.
 
‘Îradeya gel kirin armanca’
 
Derbeya siyasî ya ku bi destê tifaqa AKP-MHP’ê ve hate pêkanîn, îro di her qadê de bi awayekî hovane tê meşandin. Ev derbeya ku 4 sal berê hate destpêkirin, beriya her tiştî qada siyaseta demokratîk, partiya me û bi milyonan dildarên partiya me ji xwe re kire armanc û îradeya wan nas nekir. Îro bi tenê ne parlementer û hevşaredarên me, her wekî din bi awayekî giştî ‘îradeya gel’ ji xwe re kiriye armanc. Îro hemû hêz û aliyên ku li Tirkiyeyê siyasetê dikin, divê li ser vê mekanîka derbeyê kum û kolozên xwe daynin ber xwe û baş bifikirin. 
 
‘Nirxên mirovî kirine qurbaniya berjewendiyên xwe’
 
Ev proseya derbeya siyasî di dawiya 4 salan de tabloyeke aşkera derxist meydanê. Ew derbeya ku di serî de li dijî partiya me, li hemberî HDP’ê hate pêkanîn, di dirêjahiya wê pêvajoyê de bandora xwe li ser temamî civakê jî kir. Ewên ku di serî de çav û guhên xwe ji vê derbeyê re girtibûn, niha bi xwe jî bûne hedefa vê derbeyê. Serokwezîrê wê demê ji erkê hate kişandin, ew îradeya ku piştgirî dabû vê pêvajoyê îro bi xwe jî bûye armanca vê derbeya siyasî. Çimkî ev mekanîka ku dibe sebeba derbeyan, beriya her tiştî dijminê îradeya gel e û qada siyaseta demokratîk ji xwe re dike armanc. Em îro baş dibînin ku gava carekê qanûna bingehîn bê îxlalkirin, li dijî êrişên li ser siyaseta demokratîk tu reaksiyon û bertek neyên nîşandan, ev êriş hem zêde dibin û hem jî tu fonksiyona qanûna bingehîn namîne. Mixabin îro îradeya Meclisê êdî nayê naskirin, vîna gel nayê qebûlkirin. Piştî 4 salên ku di ser wê derbeya siyasî re derbas bûne, em îro dibînin ku gelek aliyên ku ji bo berjewendiyên xwe piştgiriya AKP-MHP’ê kirine îro hemû nirxên mirovî û demokratîk kirine qurbaniya berjewendiyên xwe. Divê ew hêz baş bizanibin ku nirxên demokratîk û mirovî tu carî nabin mijara bazariyê.
 
‘Bi derbeyên siyasî bingeha meşrûtiyetê wenda kiriye’
 
Her çend ev mekanîka derbeyê ya ku qada siyaseta demokratîk û îradeya gel ji xwe re kiriye armanc êriş û zextên xwe her ku diçe zêdetir bike jî, em îro dibînin ku siyaseta demokratîk li hemberî vê zihniyetê têk neçûye. Berevajî wê, qada siyaseta demokratîk bi hêza gel îro zêdetir li ser piyan e. Em bi awayekî aşkera dibêjin ku; derbeyên siyasî îradeya me naşikînin; meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome. Ewên ku mekanîka derbeyê û operasyonên qirkirina siyasî ji xwe re kirine mertal û bi wê hêzê dixwazin hemû nirxên demokratîk, mirovî û îradeya gel binpê dikin, bila baş bizanibin; ew her ku diçe têk diçin, em û îradeya gel û siyaseta demokratîk bihêz dibin. Meşrûiyeta wan nemaye û ew îro bi tena serê xwe mane. Ev zihniyet li her aliyê cîhanê wek rejîmeke zordar û faşîst tê naskirin û pênasekirin. Li tu derê meşrûiyeta wan nemaye. Hêzên totalîter jî îro bi awayekî aşkera piştgiriya rejîma AKP-MHP’ê nakin. Ev zihniyet ne tenê ji bo Tirkiyeyê, her wekî din ji bo hemû cîhanê tehdîdeke mezin e. Rejîma AKP-MHP’ê îro bi derbeyên siyasî bingeha xwe ya meşrûtiyetê wenda kiriye.
 
‘Siberoja ronî ya me ye’
 
Wekî hevserokên me yên giştî yên berê, hevşaredarên me yên berê û endamên partiya me 4 sal berê gotibûn, em jî îro dubare dikin: li dijî derbeyê em têk neçûne û têkoşîna me ya li dijî wê heq û rewa ye. Em mafdar in û heya siyasetmedarên rehin di serî de hemû dîlên siyasî azad bibin emê têkoşîna xwe bodîm in. Em hêza xwe ji heqbûn û mafdarbûna xwe werdigirin û ji doh zêdetir bihêz û bixwebawer in. Siberoja ronî ya me ye, siberoja demokratîk ya gelan û îradeya hêzên demokratîk e.”