Jiyana Nezîhet Kalkan a bi têkoşînê hatiye honandin

  • 09:01 3 Tebax 2021
  • Portre
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Têkoşîna bi salane ji aliyê jinê ve hatiye honandin êdî xwe digihîne lûtkeyê, xwe mezin dike û xwe berfireh dike. Dayika Aştiyê Nezîhet Kalkan bi têkoşîna dewr kiriye û bi têkoşîna zarokên wê dewr girtiye bûye xwediyê serfiraziyeke mezin. Nezîhet dibêje têkoşîn me xweşik dike û ji bo em jiyanek azad ji zarokên xwe re bihêlin me hewil da nebû lê me ew jî kirin evîndarê azadiyê.
 
Li çar parçeyên Kurdistanê êriş, gef û zilm li ser kurdan tên meşandin. Li hemberî van êrişan jinên kurd têkoşînek ji hemû cîhanê re bibe nimûne honandin. Êdî têkoşîna wan pêl bi pêl ji dê heta zarok û neviyan belav dibe. Nezîhet Kalkan a 74 salî ye jî têkoşîna bi salan daye meşandin. Fêrî zarok û neviyên xwe kir û îro zarokên wê jî vê têkoşînê bi serbilindî didomînin. Dayika 3 têkoşerên azadiyê dibêje ez ne poşman in ku di ber axa xwe de kedê didim û serê min bilind e.
 
Nezîhet kî ye?
 
Nezîhetê di sala 1947’an de li Gundê Barmana girêdayî navçeya Stewra Mêrdînê ye ji dayik dibe. Di 17 saliya xwe de bi Ramazan Kalkan re tê zewicandin. Li Barmanê dizewice û dijî. Ew dibe xwediyê 11 zarokan. Barman xwedî xwezayek xweşik û dewlemendiyekê ye jî. Nezîhet jî li ser erdê xwe bi karê çandiniyê re mijûl dibe. Weke kedkarên erd debara xwe dikirin. Lê belê bi êrişên dewleta tirk ên li ser gundan ên di salên 1993’yan de rewş bi tevahî tê guhertin. Êdî her tişt bi sînor e. Lê belê berî 93'yan jî êriş li ser wan tên kirin. 
 
'Emir diçe lê kelecana azadiyê daye naçe'
 
Em dibin mêvanê Nezîhetê. Ew niha ji gundê xwe Barmanê dûr li navenda bajarê Mêrdînê rûdinê. Li vir jî bi ajalan û çandiniyê re mijûl dibin. Derdora xwe tev kiriye bax û baxçe. Derdora xwe tev kirine şênkayî. Nezîhetê jî rexmê temenê xwe bê navber di nava kar de ye. Sekin jê re weke lawaziyê ye. Em Nezîhetê ji nêz ve nas bikin. Ew ê niha ji me re qala naskirina xwe ya rêxistinê bike. Nezîhetê pirsa me bi kelecanî dibersivîne û dibêje:"Ez bêrîvan bûm û min wan li cihê bêriyê dît. Ew germahî û hestên azadiyê ya ku daye min hîna zindî ye. Temenê min diçe, min êş kişand lê ew kelecan sar nabe. Hevjînê min jî bi wî rengî bû. Jixwe em herdu jî dildar bûn û zarokên me jî li ser şopa me dihatin."
 
'Tenê pisîk ma nehatiye binçavkirin'
 
Êdî gavên mezin dihatin avêtin ji bo evîndariya wê azadiyê. 3 zarokên Nezîhetê tevlî nava refên têkoşerên azadiyê dibin. Yê yekem Hesen bû. Dema ku dibistana amadehiyê dixwend di salên 1992’yan de di 17 saliya xwe de tevlî bû. Lewra Hesen bû yek ji serhildanên yekem ên malbatê. Di heman demê de jî bû sedema mezinbûna êrişên dewletê yên li ser malbatê. Hesen di heman roja tevlîbûnê de li Stewrê bi guleyên  îxanetê jiyana xwe ji dest dide. Leşker êdî her roj li ber deriyê mala wan bû. Êriş dikir wan dixist bin çavan û di bin çavan de îşkence li wan dihat kirin. Nezîhetê di vê mijarê de wiha dibêje:"Dema bi ser mala me de digirtin me hemûyan dibirin. Bi qansî me qereqol dîtiye leşkeran ewqas qereqol nedîtine. Cîranan jî digot tenê pisîka we maye nehatiye binçavkirin. Zarokên min ên biçûk jî dianîn û îşkence li wan dikirin. Hîna ew zarokên min ên fêhma tiştekî nedikirin qala wan rojan dikirin. Gelo li hemberî wê zilmê ew zarok çawa mezin bûn?"
 
'Ajalên me qetil dikirin'
 
Nezîhetê balê dikişîne ser zilma ku di wan salan de li ser wan dihat meşandin û wiha dibêje:"Dihatin di hundirê malê de li me dixistin û bi lingan li ser me digeriyan. Ajalên me jî qetil dikirin. Li ber derî çi dîdîtin qetil dikirin. Elok, qaz, kûçik û bizinên me qetil dikirin. Ewqas tehemula wan tunebû. Dixwestin bi her awayî zirarê bidin me. Jixwe di 93’yan de jî ji ber gefên ku digotin bibin çete jî me baz da. Ma me yê xayintî qebûl bikira? Em neçar man em hatin Mêrdînê bi cih bûn û hinek zarokên min jî li metrepolan bi cih bûn. Lê belê ne li Mêrdînê ne jî li metropolan dîsa dev ji me bernedan. Her roj gef û êriş hebûn. Kurê min ê çûye metropolê hat girtin. Zarokên min li vir hatin girtin û hevjînê min jî her roj di bin çavan de bû."
 
Tevlîbûna zarokên Nezîhetê ya nav têkoşerên azadiyê
 
Di salên 1999’an de bi komploya navneteweyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girtin. Li ser bûyerê gelê herêmê û hemû deverê cîhanê rabûn ser piyan. Di wê demê de jî keça Nezîhetê Melîhet (Bêrîvan Sarya) tevlî çalakiyan dibe û li wir tê binçavkirin. 4 mehan di girtîgeha Rihayê de dimîne û tê berdan. Piştî tê berdan jî di demek kurt de beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Ew di salên 2014’an de jî li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest dide. Herî dawî jî Nusret (Hesen Egîd) di sala 2001’ê de di temenê xwe yê 19 salî de beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Di 2008’an de li ser Ava Spî ya Nisêbînê jî jiyan xwe ji dest dide.
 
'Em ê tim têbikoşin'
 
Nezîhetê da zanîn ew her dem têkoşiyaye û wiha domand:"Êrişên wan bê sînor bûn. Zarokê min ê 12 salî girtin û îşkence lê kirin. Qet ji bîra min naçe. Hevjînê min Remezan jî girtin û bi saxî çavekî wî kor kirin. Lewra hêrsa me ya jiyanê heye. Em bi hêsanî namirin. Wan mirina bi hêsanî pir dixwestin. Heta em destkeftiyan nebînin jî em ê koç nebin vê carê. Niha neviyên me jî li ser heman şopê ne. Nevîçirkên me jî wê li ser şopa me bin. Niha jî gelek ji wan an girtî ne yan dixebitin an jî gef li wan tê xwarin. Hîna gef li me tê xwarin. Lê belê ger em tirsiya ba em ê ji zû de rawestiyabana. Ev emreke ez didim û em ne poşman in jî. Çi serbilin im ku di ber heqîqetê de, di ber axê de me bedel da û em ê ji îro şûnde jî bidin."
 
Nezîhetê herî dawî bi van gotinan zarokên xwe bi bîr tîne:
 
"Tu çima çû beranê min,
 
Siya diyar û newalan dageriya devê çeman,
 
Min ê sewal kiriba ji heval, ji hogir û keriya
 
Ma berxê min vegeriya ser hûr deviya?
 
Ma îşê te çibû li ser ava spî, te wilo li min û xwe kiriye?"