Şîlan Aras: Ji bo heqîqetê rêyeke din nîşan da

  • 09:06 22 Tîrmeh 2021
  • Portre
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ku ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû Îranê di 19-23’yê Tîrmeha 2006’an de hat qetilkirin. Di ser qetilkirina wê de 15 sal derbas bû. Şîlan a ku bi eşqek mezin rojnamegerî dikir, xeyala wê ya herî mezin, rojnamegeriya jinê ya ji aliyê jinan ve tê meşandin bû.
 
Ayfer Serçe (Şîlan Aras) di sala 1974’an de li Wêranşar a Rihayê hat dinê û di salên lîseyê de di radyoya bi navê Karacadagê de pêşkêşvanî kir. Piştre ji bo biçe fêrgehê çû Edene û Mersînê, di vê pêvajoyê de dibistana bilind a du salan qezenc kir. Ji bo qeyda xwe çû wir lê hîn bû ku ev ji bo xwendinê ne baş e û dest jê berda, Beşa Îşletmeyê ya Zanîngeha Çukurovayê tercih kir. Du salan li wir xwend û di 1998’an de di nava têkoşîna jinên kurd de bi awayekî çalak cih girt. Şîlanê bi salan di çapemeniya kurd de xebitî.
 Xeyala herî mezin a Şîlanê toreke nûçeyan a jinan ava bike û rojnamegerên jin ên xeyalên Şîlanê bi avakirina JINHA’yê pêk anîn, pênûsa Şîlan Aras, Denîz Firat, Gurbetellî Ersoz li erdê nehiştin û vê têkoşînê berdewam dikin.
 
Cenazeyê wê hîn nehatiye dîtin
 
Şîlanê di salên 2000’î de di Ajansan Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) de dest bi xebatan kir û di sala 2005’an de piştî ajans hat girtin şûnde di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de xebitî. Şîlanê nûçegîhaniya Ermenîstanê kir, sê salan li vir ma û derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû. Piştre ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû bajarê Urmiye û Mehabadê ya Rojhilat.
 Şîlanê li vir xebata 3 hefteyan meşand, piştre di navbera 19 û 23’ê tîrmeha 2006’an de herêma Kelareş a sînorê Tirkiye û Îranê ji aliyê artêşa Îranê ve hat qetilkirin. Dîroka qetilkirina wê di qeydên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas de wek 23’yê tîrmeha 2006’an derbas dibe. Hinek çavkanî jî wek 19’ê tîrmehê derbas dikin. Di ser qetilkirina wê de 15 sal derbas bû û rejîma Îranê di vê demê de tu daxuyaniyek neda. Tevî hemû bang û hewldanan cenazeyê wê hîna nehatiye dîtin.
 
Mîrateya wê dewr hat girtin
 
Şîlanê yek ji rojnamegerên jin ya kevneşopiya çapemeniya azad e. Şîlan ji bo toreke çapemeniyê ya jinan ava bibe bi israr bû. Têkoşîna Şîlanê ji rojnamegerên jin ên kurd re bû rehber. Xeyala Şîlanê bi JINHA’yê re zindî bû. Jinên Amedê bi dirûşma ‘Em zimanê çapemeniyê diguherin. Piştî me wê cîhana çapemeniyê ne wek berê be’ di 8’ê Adara 2012’an de JINHA ava kirin û hemû xebatkarên wê ji jinan pêk dihatin.