Li Mêrdînê 9 jin hatin qetilkirin

  • 09:01 17 Nîsan 2021
  • Portre
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di navbera 3 mehan de 9 jin hatin qetilkirin û 3 jin jî hatin birîndarkirin. Her wiha bi dehan bûyerên êrîşa destdirêjiyê û êrîşa tundîyê ya li ser jinê di çapemeniyê de cihê xwe girtine. 
 
Her ku diçe komkujî û êrîşa destdirejiyê ya li ser jinan zêde dibe. Bi biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê û lihevnekirina di nava malbatê de komkujî û êrîşa destdirejiyê ya li ser jinan zêdetir dibin. Bi taybet polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê dide mêran. Ji ber polîtîkayên dewletê bûyerên destdirêjiyê zêdetir dibin. Tenê li Mêrdînê ji serê salê heta niha 9 jin hatin qetilkirin û yan jî ber bi xwekujiyê ve diçin. Gelek êrîşen destdirejiyê li ser zarokan hat kirin û gelek ji wan ji ber ku êrîsên ensest bûn hatin nixumandin.  
 
Gelek bûyer bi riya zewacê tên nixumandin û hinek bûyer jî ji aliyê mamosteyên hestiyar tên bihîstin.  Zarok bêdeng namînin, têkiliyên wan, guherînên di jiyana wan de çêdibin bûyerên jiyane vedibêjin. Li dijî wê mezinên ku dibin şîrikên sûc û bêdeng dimînin hene. Carinan jî heta ku yek ji van bûyeran digihêje çapemeniyê bi salan veşartî dimînin.
 
Navên jinên di nava 3 mehan de hatine qetilkirin û tundî li wan hatine kirin wiha ne:
 
*Li gundê Sorisbahê yê navçeya Mîdyadê  Şehmus A. xwest jinbir û 2 birazayên xwe qetil bike. Di encamê de Esma A. (36) jiyana xwe ji dest da, Faxriye û T.A giran birîndar bûn.
 
*Li Nisêbînê Gulbahar Asabay (25) ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.
 
*Li Qoserê Emîne Gokçen (50) di serşoya xwe de mirî hat dîtin. Bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Mîdyadê S.G ya 32 salî ku li dibistanê dixebitî di malê de xwe xeniqand û dawî li jiyana xwe anî. Bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Qoserê ji ber sedema şerê di navbera du mêran de jina bi navê Sureya Demîr birîndar bû.
 
*Li Mêrdînê Hava Cevheroglu ji ber ku zaroka wê li ber sînga wê fetisî dawî li jiyana xwe anî. Bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li gundê Kertwêna Nisêbînê Fîryel Şen (32) a li gel malbata xwe dijî dawî li jiyana xwe anî. Bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
*Li Mîdyadê Emîne Cersela ya 13 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatine girtin Emîne ji ber gefên malbatê dawî li jiyana xwe anîye.
 
*Li Dêrikê di şeva 8’ê Adarê de zarokek 17 salî piştî tecawiz lê hat kirin dawî li jiyana xwe anî.
 
*Li Nisêbînê mêrê bi navê Azîz A. dest dirêjî zarokekê kir. Piştî ku zarokê tiştên jiyaye ji mamosteyên xwe re got bûyer eşkere bû.
 
*Li Dêrikê polîsê bi navê Y.Y xwest tecawizî zarokekê bike. 
 
*Li Qoserê mêrê bi navê R.O dest dirêjî zaroka xwe ya 5 salî kir. Li ser hewara dapîra zarokê  R.O. tundî û îşkence li diya xwe û zarokan kir.
 
*Osman Çur ê tecawizî biraziya xwe Z. Ç. kir hat tehliyekirin û bi def  û zirneyê hatibû pêşwazîkirin. 
 
*Ayşe Çeçen a ji aliyê çawişê pispor ve destdirejî lê hat kirin ji aliyê bav û apên xwe ve hatibû qetilkirin. Doza wê ya biryarê di 24’ê Sibatê de hat dîtin û kujerên Ayşe Çeçen azad hatin berdan. Çawişê pispor jî nehat cezakirin. 
 
*Ercan Uysaler ê fûhûş li ser jinan ferz kir hat tehliyekirin.