Jina li dijî komployê bû serhildaneke ji agir: Elefterya Fortulakî

  • 09:02 24 Adar 2021
  • Portre
MÊRDÎN - Elefterya xwedî rihekî mezin a ku evîna du welatan bi kûrahî dijiya bû. Wê li dijî komployê li dijî tarîtiyê bedena xwe kir guleyek ji agir. Elefterya beriya çalakiyê di nameya xwe de wiha got: “Gelê kurd li dijî zilmê têkoşînek a azadiyê dike. Aştiya gelan dixwaze. Hezkirina min ji ber vê yekê ye. Azadiya gelê kurd, azadiya Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployek navneteweyî hate girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Komploya ku negihiştiye armanca xwe heya roja îro bi teşeyên cuda derdikeve pêşiya me. Li dijî vê yekê jî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn serhildanên mezin li dar xistin. Elefterya Fortulakî ya Yewnanî jî li hemberî komployê û nêzîkatiyên li dijî  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin xwest bibe çirûskek serhildanê û di 24’ê Adara 2006’an de, di hefteya qehremanan de agir berda canê xwe.
 
Elefterya mîna navê xwe ji bo azadiyê jiya
 
Elefterya Fortulakî di 1983’an de li Yunanîstanê ji dayik dibe. Jina Yunanî mîna navê xwe tim bû berxwedêra heqîqet û azadiyê. Ew di nava malbatekî sosyalist û demokrat de mezin dibe. Dema li zanîngeha Atînayê dixwîne dikeve di nava çengê ciwanan ya partiya Komînîsta Yunaniyan de. Di wan deman de ciwanek kurd ê bin navê Şivan Ocal ku di xebatên Heyva Sor de cih digirt re nasîbûn çêdike. Elefterya û Şivan dizewicin û 2 zarokên wan yên bi navê Ernesto û Clara tên cîhanê. Eleferya bi hemû hebûna xwe re hewil dide ku gelê kurd û têkoşîna wê ya azadiyê nas bike. Bi vî awayî ji zarokên xwe mezin dike. Lewra di nameya ku pey xwe re hêştiye de ji dibêje: “Zarokên min nîv Kurd û nîv jî Yunanî ne. Divê ku hevpar ji Kurdistan û Yewnanîstanê hez bikin. Pêwîst e herdu çandên xwe bidin jîyîn. Divê hûn wisa mezin bibin.”
 
‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
 
Elefteryayê zilma li ser gelê kurd heta hucreyên xwe hês dikir, ji ber vê yekê jî timî dixwest di têkoşîna azadiya gelê kurd de cih bigire. Dixwest weke jinek şoreşger bi zimanê xwe li dijî vê yekê derkeve.  Jixwe dîtina tarîtiyê û li dijî wê tarîtiyê serîhildan nîşaneya evîn û vînê bi xwe ye.  Ji ber vê yekê jî jê re digotin bûka Kurdistanê. Ew ne bi zewacê bi evîna xwe ya heqîqetê re bû bûka Kurdistanê. Elefterya dema 23 salî ye, di  24’ê Adara 2006’an de di hewşa Klîseya Aios Agios Milanos de bi dirûşma “Hên  nikarin roja me tarî bikin” benzînê li ser xwe dike û li dijî komployê agir berdide canê xwe. Elefterya bi vê gotin û çalakiya xwe taritiyê têk dibe. Ew xwe dike çîrûskek agir û ji bo aştiya gelan dibe mînaka herî xweşik.
 
‘Ez ne ji şer, ji jiyanê hez dikim’
 
Elefteryayê li pişt xwe nameyek ku jiyana xwe vedibêje dihêle û name bi vî rengî dest pê dike: “Min têkoşîna azadiya kurdan bi serhildana jina kurd Viyan Soran re nas kir. Viyan serkêşek bû, li dijî roja reş agir berda canê xwe û heval Rohat jî bi heman rengî. Min heval Rohat nas nedikir. Piştî ku çalakî li dar xist, min wî di Kovara Dengê Kurdistanê de dît. Niha jî ez bi Şivan re zewicî me û dayika 2 zarokî me. Dema min zanîngeha xwe qedand dixwazim tevlî rêxistina PKK’ê bibim. Ev daxwaza min ne ji hezkirina şer ji hezkirina jiyanê tê. Diya min tim digot Elefterya ji nîjada xwe ji zimanê xwe hez nake. Ji ber wê yekê bi kurdî diaxive  û ji bo Kurdistanê têdikoşe. Min jî digot. Yadê ev fikra te şaş e. Ez ji Yewnanîstanê û ji zimanê xwe pir hez dikim. Lê bi qasî wê jî ji kurdî hez dikim. Jiyanek aştiyane pir xweş e û gelê kurd jî ji bo aştiya gelan têdikoşe.  Li dijî leşkerên tirk ên ku zarok, ciwan, jin û mêrên wan qetil dikin, têdikoşin. Ew nasnameya xwe dixwazin. Ji ber vê yekê yadê têkoşîna wan pîroz e. Ez jê hez dikim. Mînak pêwîst e zarokên min ne bi tenê Yewnanî biaxivin pêwîst e bi kurdî ji bizanin. Ji ber ku ew hem kurd hem jî yewnan e.”
 
‘Slav ji bo herkesê di oxira azadiya Kurdistanê de têdikoşe’
 
Elefteryayê wiha berdewam dike: “Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan Demîrel bi çalakiya xwe re bûn rengê têkoşîna azadiyê û jinê. Ez di rihê berxwedêriya wan de Newrozê li we hemûyan pîroz dikim. Ji bo vê pîrozkirinê hinekî jî dereng mam. Slav ji bo hemû şehîdên Kurdistan û Rojhilata Navîn. Slav ji bo hemû kesên ku di oxira azadiya Kurdistanê de têdikoşin. Ji bo hemû xebatkarên Roj Tv, Mezopotamya, Radyoya Dengê Mezopotamya, hunermendên Koma Berxwedan slav û rêz. Ez hemû malbatên şehîdan, dayikên Aştiyê jî bi rêzdarî slav dikim û destên dayikan maç dikim. Hûn bi xêr bimînin.”
 
'Bijî aştî'
 
Elefterya herî dawî bi van gotinan dawî li nameya xwe tîne: “Kesek nikare roja me tarî bike. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û gelê kurd azadiya hemû gelên cîhanê ye. Bijî wekheviya gelan, Bijî aştî. Vîyan jiyan e!”