Dayika Aştiyê ya li dijî serdestan têkoşîn pîroz dît: Selma Ozturk

  • 09:01 16 Adar 2021
  • Portre
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Endama Meclîsa Dayikên  Aşitiyê Selma Ozturk a tim tundiya mêr lê dihat kirin lê tucarî dev ji berxwedana xwe berneda got: "Têkoşîn ji min re riya serkeftin û nîşaneya azadiyê ye. Ez weke jinek kurd li dijî hişmendiya mêr û li dijî hişmendiya hemû serdestan têdikoşînê pîroz dibînim. Divê hemû jin jî dest ji xwe bernedin."
 
Jin di tevahiya cîhanê de bi hişmendiya mêr a serdest re rû bi rû dimîne û hertim li hemberî wê têdikoşe. Jinên Rojhilata Navîn têkoşînek piralî û dijwar didin meşandin. Li aliyekî li hemberî hişmendiya mêr, li aliyekî li dijî serdestan têdikoşin. Selma Ozturk a ji aliyê hevjînê xwe û malbata wî ve rastî tundiya sistematik dihat rexmê hişmendiya malbatê ya feodal guherînên mezin di wan de ava kir. Di nava Meclîsa Dayikên Aşitiyê de cih girt û bi awayekî çalek dixebite.
 
Selma Ozturk di sala 1974’an de li Gundê Qurunê ya girêdayî Qoserê ye ji dayîk dibe. Di 18 saliya xwe de bi lawê apê xwe re bi zorî tê zewicandin. Malbata Selma malbatek feodal bû. Her tim zext û zorî lê dikirin. Dema dizewce jî rastî tundiya hevjîn û xwezurê xwe tê. Selma li dijî van tundiyan û hişmendiya feodal hertim têdikoşe û dixwaze wan biguhere. Selma di temenê 39 saliya xwe de dibe Dayika Aştiyê û bi awayekî çalak dixebite. Di malbata wan de jin dernakevin û di karên bi vî rengî de cih nagirin. Lê Selma hemû dîwaran xira dike û cihê jinê di nava civakê de nîşan dide.
 
'Zewac ji min re weke xilasiyê dihat'
 
Selmayê di destpêka axaftina xwe de qala tundiya didît dike û wiha dibêje: "Em jin hertim weke zayenda duyem û sêyem tên dîtin. Em ne xwedî statuyek ne ji xwedî mafekî ne. Dema ez zarok bûm tê bîra min diya min gelek rastî tundiya bavê min dihat. Bêyî ku sedemek hebe li diya min dixist. Neheqî û zilm ji min re weke îşkenceyekê dihat. Di nava zarokên diya xwe de  herî zêde ez li dijî tundiya bavê xwe radibûm. Tirsa ku li min bixe ji bi min re hebû lê ev nedibû sedem ku ez rawestim. Ez hatim zewicandin û ev zewac ji min re weke xilasî bû. Lê mixabin qet weke fikrê min nebû."
 
'Ez wekî di nava dojehê de bûm'
 
Selmayê bi qalkirina zewacca xwe re wiha berdewam kir: "Dema ez zewcîme min digot ez ji tundiyê xilas bûm. Lê ji roja yekem de zewac ji min re bû dojeh. Herkes cuda bû, biyanî bû. Malbatek nû cardin jî ji min re cuda dihat. Lê ya ku diya min dijiya vê carê min jiya. Hevjînê min, bavê wî diya wî û hemû malbata wî bi sedemên ji rêzê li min dixistin. Min bi salan ev îşkence dît. Ez wekî di nava dojehê de bûm."
 
'Ez jin im û ez heme'
 
Selmayê wiha berdewam kir: "Dema ez ducanî jî bûm min ev tundî didît. Ez reviyabam cardin kes xwedî li min dernediket. Bavê min diya min cardin min vedigerandin. Digotin carek din venegere û giliya xwe neyne mala me. Weke ku wan bi zorê min pêre nedaye zewicandin. Ango weke ku mala zarokatiya min lê derbas bûye qet nebûye ya min. Lê rast bû di civakê de tiştekî ayîdê jinê tune bû. Her tişt malê mêr bû, jin jî. Ez vê jînê û zilmê erê nakim. Ez jin im û keda herî mezin a avakirina malbat û civakê ya min e. Divê herkes vê rastiyê bizane."
 
'Jin dikarin serî rakin, ez ji keça xwe hîn bûm'
 
Selmayê ji me re behsa Meclîsa Dayikên Aşitiyê kir û wiha domand:"Ji min re, kurdbûn wateyeke cuda bû. Hezkirina min a yekem û ya dawî ye. Keça min a mezin di temenê xwe yê 18 salî de tevlî nava refên gerîla dibe. Dema tevilbûn kir jî ez ne aciz kêfxweş bûm. Min digot wê li dijî hişmendiya mêr têbikoşe û tune bike. Ez hîna pê serbilind im. Wê hêzek mezin da min. Jin dikarîbûn rabin ser lingan û mafê xwe bixwazin. Min Dayikên Aştiyê bi wê riyê nas kir û tevlî wan bûm. Piştî demek kurt ez weke berdevkê dayikan a Qoserê hatim hilbijartin. Min hêvî nedikir ku ez bikaribim derbikevim bixebitim jî, lê va ye ez tam ketim nav. Min erê kir û rexmê hemû gefên malbatê min têkoşîna xwe di nava Dayikên Aştiyê de da dewam kirin.”
 
'Ez ê tim têbikoşim'
 
Selmayê heta roja îro di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de bi awayekî çalak cih digire. Di hemû çalakiyan de bi daxwaza aştiyê cih girt. Wê weke Dayika Aştiyê ji bo hemû civakê û civakan aştî xwest. Selma ligel xebatên xwe nexşan çêdike û wêneyan jî xêz dike. Selma herî dawî van gotinan dike: "Têkoşîn ji min re riya serkeftin û nîşaneya azadiyê ye. Ez weke jinek kurd li dijî hişmendiya mêr û li dijî hişmendiya hemû serdestan têkoşînê pîroz dibînim û ez ê têbikoşim. Divê hemû jin jî hêviya xwe wenda nekin."