Jinek berxwedêr Dayika Aştiyê Naciyê Îke

  • 10:46 2 Çile 2021
  • Portre
COLEMÊRG - Endama Dayikên Aştiyê Naciye Îke, emrê xwe fedayê têkoşîna aştî û azadiyê kir. Jinek berxwedêr û adilane bû û wisa jî bandorê li derdora xwe kiribû. Heta dawiya emrê xwe bi gotina "Ez şewitim bila kesek din neşewite" têkoşîna xwe domand.
 
Endama Dayikên Aştiyê Naciyê Îke du sal beriya niha îro jiyana xwe ji dest da. Naciye 24 salan li Gevera Colemêrgê di nava xebatên siyasî de cih girt. Bi xebat, hewldan û berxwedana xwe ji gelek jinan re bû mînak û pêşeng. Ferah Îke hem hevala wê ye û hem jî bûka wê ye da zanîn ku Naciye her tim ji bo aştiyê têkoşîn da Endama Dayikên Aştiyê Besna Çogaç jî destnîşan kir ku her tim di çalakiyan de pêşeng bû. 
 
'Ji her kesî re bû mînak'
 
Besna diyar kir ku Naciye her tim pêşeng bû û got: "Di çalakiyan de her tim li pêş bû û ji her kesî rê mînak bû. Ligel pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebû jî dîsa ji dev jî xebatan bernedida. Ji ber nexweşiya xwe 3 caran li nexweşxaneyê ma. Dema nexweşxaneyê derdiket di serî de berê xwe dida partiyê. Di hevdîtina min ya herî dawiyê li nexweşxaneyê bû, ji min re got 'Divê hûn dev jî vê dozê bernedin, xwedî li partiyê derkevin û heta dawiyê li ber xwe bidin' Me soz da wê û em ê heta dawiya emrê xwe têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Kesek adilane bû'
 
Ferah jî da zanîn ku welatparêzek bû û kesekê adilane bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her tim parastina heq û edaletê dikir. Hek tiştek biqewimiya di serî de Naciyê gav davêt. Şev û roj di nava xebatan de bû. Diçû şînan, xebatên hilbijartinê û mîtîngan. Hej zarokên wê berê xwe nedabûn têkoşîna tevgera azadiyê Naciye di nava xebatan de bû. Ji bo zarokên tu kesî jiyana xwe ji dest nede her tim di nava hewldanan de bû. Ji bo aştî û jiyaneke bi aram şev û roj dixebitî."
 
'Ez şewitim bila kesek din neşewite'
 
Ferah, destnîşan kir ku kurekî Naciyeyê di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Piştî ku kurê xwe windakir bêtir bi têkoşînê ve girêdayî bû. Her tim ji me re digot 'Ez şewitim bila kesek din neşewite' Tu carî cudahiyê ne dixist di navbera dayikên kurd, tirk, laz û çerkezan. Ez bûka wê me lê di navbera me de têkiliyek wisa ji rêze tunebû. Xwedî li min derdiket wek rêheval û wekî keça xwe didît. Dema mîtîng hebûna bala milê min dikir min jî bi xwe dibir mîtîngan. Çend zarokên min ên biçûk hebûna jî dîsa bala milê min dikir û digot 'Ez ê alîkariyê bidim te'. Em bi hev re diçûn. Dema em biçûna mîtîng an jî Newrozê dixwest ez her tim cilên kurdewarî li xwebikim."
 
'Jinek berxwedêr bû'
 
Ferah, daxuyand ku Naciye jinek berxwedêr bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di demên dawiyê de nexweş bû me ne dixwest biçe bixebite lê ev guh ne dida me û diçû tevlî xebatan dibû. Ji me re digot 'Heke ez bimirim jî bila ez di nava xebatan de bimirim'. Bi salan tedawiya kemoterapiyê dît. Lê Naciye jinek têkoşer û berxwedar bû. Heta dawiya emrê xwe di nava xebatan de bû."