Her kêliya jiyana wê bi berxwedanê derbas bû: Dayika Aştiyê Hediye Ozalp

  • 10:13 31 Kanûn 2020
  • Portre
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Endama Dayikên Aştiyê Hediye Ozalp bi têkoşîn û sekna xwe şopek li pêş xwe hişt. 40 salan bê navber di nava têkoşînê de cih girt. Ji bo aştî pêk bê bedelên giran da. Di nava têkoşînê de zarokên xwe winda kir û heta dawiya emrê xwe bû şopdara berxwedana zarokên xwe.  
 
Hin mirov bi têkoşîna xwe û sekna xwe şopek li pêy xwe dihêle. Yek jî wan Hediye Ozalp e. Hediye 40 salan ji bo ax, ziman, çanda xwe di nava têkoşînê de bû. 40 salan li dijî çewisandin, tundî û gefên dewletê li ber xwe da. Hevjînê wê hat qetilkirin û 2 zarokên wê berê xwe dan têkoşîna azadiya kurd. Hediye her tim ji bo aştiyê di nava hewldanan de bû ji bo wê jî tevlî xebatên Meclisa Dayikên Aştiyê bû. Di 28’ê kanûnê de di encama nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Daxwaza Hediyeyê ew bû ku li gel kurê xwe bên definkirin lê destûr nedan ku daxwaza wê pêk bê. 
 
Hem dibe dayik hem ji dibe têkoşer
 
Hediye bi eslê xwe ji Cizîrê ye û dayika 6 zarokan e. Ew û malbata xwe her tim bi tundiya dewletê re rûbirû man. Di sala 1979’an de hevjînê wê Derwêş Ozalp tê girtin. Di pêvajoya darbeya 12’yê Îlonê de Derwêş dibin girtîgeha Amed ê û li wir bi îşkenceyê re rûbirû dimîne. Lê li hemberî wan tundiyan tucarî serî natewîne û heya sala 1990’an ji di girtîgehê de dimîne. 2 zarokên wan ên bi navê Selîm Ozalp (Cesur Cudî), Mewlud Ozalp (Koçer) di heman demî de beşdarê têkoşîna azadiya kurd dibin. Dayika Hediye di wan deman de li hemberî êriş û gefan serî radike, bi dîroka avakirina partiyê re di nava xebatan de cih digire. Hem dibe dayik û hem ji dibe têkoşer. Dema hevjînê wê tê berdan ji êrişên tunekirinê û înfazê dest pê dikin. Gund tên şewitandin û koçberî tê ferzkirin. 
 
Jiyana koçberiyê ya bi 6 zarokan re 
 
Di sala 1994’an de êriş her ku diçû zêde dibûn, her roj li kolanan mirov dihatin kuştin û dihatin windakirin. Hevjînê Hediyeyê Derwêş ji di wê pêvajoyêde tê girtin û bi îşkenceyê tê înfazkirin. Bi rojan xeber jê nayê girtin û ew serî li serdozgeriyê didin lê encamekî nagirin. Herî dawî ji aliyê welatiyan ve bi awayekî ku destên wê ji pişte ve hatine girêdan, bi dehan gule li pişta wê dane tê dîtin. Malbat dibêje failên bûyerê diyar in, lê xwestin bêxin stuyê PKK’ê. Di heman salê de kurê wê Mewlud (Koçer) di şer de jiyana xwe ji dest dide û Hediye nagihêje hestiyên wî ji. Cardin heman di salê de malbat neçar dibe ku koçber bibe. Xaniyên wan tên şewitandin û ber bi sînor ve diçin. Li aliyê çiyayê Gabarê bi bicih dibin. Wê deme Hediyek zarokek tîne dinê. Salek li vir di nava perişaniyê de dijîn. Li hemberî cihê ku dimînin operasyonekî leşkerî tê destpêkirin û Hediye bi 6 zarokên xwe re li vir rizgar dibe. 
 
‘Dayika me tucarî serî netewand’
 
Mirin, windakirin û koçberî bibû para malbata Hediyeyê. Yekcar malbata Hediyeyê bedelên giran dide. Her wiha birayekî Derwêş tê revandin û tê windakirin, birayekî din jî di nava têkoşînê de jiyana xwe ji dest dide. Malbata Hediyeyê wiha behsa wê kirin: "Dayika me tucarî serê xwe ne tewand. Tim bi vînek bi hêz tevdigeriya. Têkoşînê wekî mîratê girtibû û li ber xwe dida. Me tu carî rondikên wê nedît. Nedixwest keyfa kesekî bi rewşa me bê. Ew ser bilind bû û vê hêza xwe ji dida me.” 
Hediye bi malbata xwe re berê xwe dide Nisêbînê. Ji vir jî ji ber zextên hizbulahê berê didin Hatayê. Di salên 2000’î de carek din berê xwe didin Nisêbînê û li vir bi awayek çalak di nava siyasetê de cih digire. Di avakirina Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Nisêbînê de cih digire. 
 
'Kes bila negirî serbilindbin' 
 
Di sala 2013’yan de kurê Hediye Cesur bi 13 rêhevalên xwe re li Çela Colemêrgê jiyana xwe ji dest dide û cenazeyên wan dibin Meletiyeyê. Hediye mehek li Meletiyê dimîne ji bo cenazeyê xwe bigire û herî dawiyê cenazeyê xwe digire. Malbatê wiha besta wê rojê kirin: "Cenazeyên wan di şeklekî ku nayên naskirin de bûn. Berpirsyarek ji dayika Hediye pirsî 'Ez cenaze nîşan bidim tuyê Cesur nas bikî.' Hediye bi awayek bi hêz bersiv da û got 'hemû Cesur in, ez dayika hemûya me. Pêwîst nake ez werim temaşe bikin tu kîjan ji wan bidî min ferq nake.' Berpirsyar li hemberî vê bersivê ecêp ma. Me cenazeyê xwe girt û em li Mêrdînê ji aliyê  yandeyekî mezin ve hatin pêşwazîkirin. Dayika Hediye her gavê me hişyar dikir û digot 'Bila kes negirî serbilindbin û keyfa kesekê neynîn.' Em wan rojan û gotinên  dayika Hediyeyê ji bîr nakin. Her gotinekî wê hêzek dida me." 
 
‘Ew heta dawiyê di nava têkoşînê de bû'
 
Malbat û hevalên Hediyeyê pir xembar dibûn lê dema behsa jiyan û têkoşîna wê dikirin rûye wan kêyfxweşbûn. Ji bo Hediyê rawestandin tune bû di her karê xwe de zelaliyê esas digirt. Her wiha her tim diçû serdana malbatê û têkiliya xwe qet qut nedikir. Di çalakî, bername û mîtingan de her tim serkeşiyê dikir. Ji roja destpêke hat roja dawiyê her tim polîs li ber deriyê wê bû. Lê ev tişt li hemberî têkoşîna wê nebû asteng. Tu carî ji tiştekî neditirsiya. Di 5 mehên dawiyê de nexweşiya wê giran bû û ji bo tedawiyê berê xwe da Stenbolê. Li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Wê her tim dixwest ku li gel kurê xwe Selîm  (Cesur Cudî) li goristana Hecaciya were veşartin lê destûra vê yekê nehat dayîn û ew li goristana Morisê ya Nisêbînê, di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.