Jiyaneke bi hezkirina welat û gel hat honandin: Dayika Xerip

  • 09:08 19 Kanûn 2020
  • Portre
WAN - Xizma Dayika Aştiyê ya bi navê ‘Dayika Xerip’ tê nasîn, Garip Erinç a ku jiyana wê bi têkoşînê derbas bû dan zanîn ku Dayika Xerip ji kesî re serî netewandiye.
 
Dayika Aştiyê Garip Erinç a bi navê ‘Dayika Xerip’ tê nasîn, piştî di êrişên Newroza 2008'an a Wanê de lawê wê Zekî Erinç jiyana xwe ji dest da, hemû jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir di 15'ê Kanûnê de di 75 saliya xwe de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 
 
Li bajarên herêmê ji ber ferzkirina polîtikayên cerdevantiyê, pişavtinê yên di salên 90'î de gelek jinên mecbûr man koçî navenda bajêr bikin li dijî zextan serîhildana xwe dewam kirin. Ji van jinan yek jê Garip Erinç a bi navê “Dayika Xerip” tê naskirin e. 
 
Garipa ku li dijî êşê li berxwe da di salên 90'î de ji Gundê Axola Jorê ya Navçeya Payizavaya Wanê koçî Kueçya Xaçortê ya Riya Armûşê dike. Garipa li vir têkoşîna xwe ya jiyanê dewam dike di êrişên Newroza 2008'an de lawê wê Zekî Erinç jiyana xwe ji dest dide. Garipê ji wê rojê şûnde cihê xwe di nava Dayikên Aştiyê yên laçikspî de cihê xwe digire. Garipê bi wêneyê kurê xwe Zekî û rengê kesk, sor û zer beşdarî her çalakiyan bû. 
 
Turkan Erinç a xizma Garipa ku di 15'ê Kanûnê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da qala Garipê kir. 
 
'Jineke bi hêz bû'
 
Turkanê da zanîn ku Garipê jineke bi hêz bûye li ser piyên xwe sekiniye û wiha got:"Garipê di jiyana xwe de gelekî xizanî dît. Lê belê jineke wiha bû ku di bin kevir de ba jî wê destên xwe dixist bin kevir û ji wê axê tiştek derdixist û li xwe dinihêrt. Tevî vê êşê dîsa jî jineke bi hêz bû. Mineta wê ji kesî re tune bû. Hemû tişt bi xwe dikir. Ji ber debarê 30 berê ji gundê em lê dijiyan koçî Wanê kir. Li wir bi derfetên xwe zarokên xwe mezin kir. Her kesî rêz jê re digirt. Hewil dida ji bo derdê me çareseriyê pêde bike. Mezina malbatê bû. Pîriktî dikir û birîn aş dikir. Diçû gaziya her nexweşî û kesên diketin tengasiyê diçûn hinda Garipê. Di malbatê de heta kes pê neşêwiriya tiştek nedikir. Mêrên malbatê jî dema Garipê tiştek bigota ji gotina wan dernediketin. Me gelekî rêz nîşanî wê didan. Ew pêşenga me bû."
 
'Ji bo têkoşînê sondxwarî bû'
 
Turkanê diyar kir ku Garipê ji xeynî têkoşeriya xwe her tiştê xwe parve dikir û wiha dewam kir:"Jineke merd bû û çavên wê vekirî bû. Polîsan lawê wê Zekî li ber çavên wê qetil kirin. Dema lawê wê jiyana xwe ji dest da bû Dayika Aştiyê û aştî parast. Li her derê diçê çalakiyan. Her dem diçû gund û navçeyan kesên ji hevdu xeyidî li hev dianî. Pir ji gerê hez dikir. Piştî lawê wê jiyana xwe ji dest da sond xwar ku ew ji têkoşîna xwe gavê paşde navêje. Bi wê re malbata wê ji bo vê dozê sond xwar. Heta dilopeke xwîn di bedena me de bimîne em ê têbikoşin. Em ê li pişt vê dozê bin."
 
'Me ew li gel kurê wê veşart'
 
Xwişka wê Fatma Şahîn jî wiha behsa Garipê kir:"Ji zarokatiya xwe vir wêrek bû. Berî bizewice jî gotina wê derbas dibû piştî zewicî jî gotina wê derbas bû. Ne ji dewletê ne jî ji kesekî din serî netewand. Pir girêdayî vê dozê bû. Piştî lawê wê jiyana xwe ji dest da bêtir hat girêdan. Wê got 'ez tu carî dev ji têkoşîna lawê xwe bernadim'. Berê jî keçeke wê jiyana xwe ji dest dabû. Her li dû wê dikir ax û wax. Piştî lawê wê jiyana xwe ji dest da ev ax û waxa bû du car. Ji bo bersûcên Zekî bên cezakirin her li berxwe da. Piştî Zekî hat definkirin çû ser gora wî û aliyê din ê gora lawê xwe ji bo xwe veqetandibû. Me ew li gel kurê wê veşart."