‘Navê me Aştî ye’

  • 09:02 12 Tebax 2020
  • Portre
Medya Uren
 
ÊLIH - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Kaya hêj 12 salî bû barê malbatekî danîn ser milê wê. Sultan bi zarokên xwe re di nava şîdet, zext û xizaniyê de mezin bû. Koçberî, karkerî û sirgunî her tim bû para Sultanê. Lê Sultan tu carî dev jî têkoşîna jiyanê berneda û di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de ne tenê ji bo xwe ji bo hemû dayikên kurd têkoşîna xwe domand.
 
Li Rojhilata Navîn her jin xwedî çîrokek ya tijî êşe, lê hertim li hemberî van çîrokên êşê destana berxwedanê jî nivîsandin. Ji dîroka kevnar ve şer û pevçûn li ser van xakan kêm nebûye, li hemberî van pevçûnan bi milyonan dayikên kurd navê xwe kir aştî. Laçikên xwe yên ku sembola aştiyê ne her tim ji bo şer raweste 
bilind kirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Kaya ji gundê Qzêriya Mêrdînê ye ji dibêje “Me ji destê civakê û dewletê gelek kişand. Di her pevçûnê de jin bedelên mezin dan, ligel vê jî em her tim bûn qêrînek ji bo aştiyê û me wê navî li xwe kir.”
 
Di 12 saliya de tê zewicandin 
 
Sultan li gundê Qzêriyê ya ku girêdayî bajarê Mêrdînê ye, di nava malbatek welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike. Lewra di temenê xwe yê 12 salî de bi pismamê wê re didin zewicandin. Sultana di jiyana zor ya gundan de dijî vê carê ji dibe xwedî berpirsyariyên mezin. Malbat barek mezin dide li ser milê wê. 12 saliya xwe de êdî dibe bermalî, bêrîvan, dayik û hevjîn. Di  nav van zoriyan de mezin dibe û ji ber sedemê gefên civakê ew nikare li dijî vê bê mafiyê serî rake.
 
Sultan wiha qala pêvajoya xwe ya zewacê dike: “Min ne ji zewacê ne ji jiyanê tiştek fêm dikir. Tenê min xeyalên pêlîstokan dikir wê demê. Ji xwe dema me xeyalê pêlîstokan dikir, em bûn xwedî zarok. Ez bi zilm û îşkenceya mêr bi zorê mezin bûn. Ez di vî temenê xwe yê biçûk diçûm bêriyê. Tucar ji bîra min naçe dema ez ji bêriyê hatim destmala min ji serê min ne bû ji ber vê jî min lêdan xwar. Ji bo ez negirîm jî min dîsa lêdan dixwar. Her tişt ji min re şerm bû lê ew şerm ji bo çiye min fêm nedikir. Weke ku em zarok in li me nedinêrîn, di her ‘şaşiyê’ de li min dixistin. Ez 2 salan li gund man û her tim bi şîdeta xezûrê re xwe re rûbirû mam. Piştî 2 salan me berê xwe da Êlihê.”
 
Ji bo debara malê di fabrîqeyan de dixebite
 
Sultanê wiha gotina xwe da berdewam kirin: “Li ser zewaca min re 16 sal borî. Heya wê rojê di xizanî û hejariyê de min 5 zarokên xwe xwedî kir. Bavê wan zedê kar nedikir. Ez gihiştim 28 saliya xwe û ji zarokê xwe yê 6’ê re ducanî bûm. Di wê demê de jî hevjînê min hewî li ser min anî. Weke min got di temenek biçûk de bi zorê hatim zewicandin êdî berê me dima li destê mêr ka pereyek tiştek dê bide me gelo? Êdî tişta ku ez bikim ne bû, piştî ku hevjînê min terka malê kir û ez bi 6 zarokên xwe ve çûm Îzmîr ê. Li vir ez û zarokên xwe bi karê çandiniyê re mijûl bûn. Ji ber ku li vir debara me nedibû me berê xwe da Stenbolê. Li Stenbolê di em di jêr zemînê de man. Li wir ji em her tim xizanî û  hejarî hebû. Ez heta dereng di fabrîqeyan de dixebitim. Min zarok ji didan gel xwe û em bi hev re dixebitin. Piştî 12 salan ji ber rewşa nebaş ya aboriyê min berê xwe da Êlihê. Bi taybetî kurê min jî girtî bû min nedixwest ez li dûrê wî bikevim." 
 
‘Hemû kurd siyasetmendar in’
 
Sultana ku ji malbatekî welatparêz dihat, qedera dayika xwe parve dike. Birayê Sultanê ji bi qasî 28 sal in girtî ye. Lawê Sultan yê mezin jî 20 sal in girtiye. Sultan dibêje di nav tundiya civakê de me vê carê ji destê dewletê dikişand. Sultan wiha qala jiyana xwe  ya ku ketiye di nava siyasetê de dike: “Li ser vê axê dema tu kurd bi divê tu bi kurdî siyasetê biki lê belê ji ber ku li vir ziman û nîjad qedexe ye. Vê carê ji pêwîstiya te bi şerekî mezin heye. Di oxira kurdbûnê de bi hezaran ciwan û lawên me di girtîgehan de jiyana xwe bihurandin. Xwestin di nava çar dîwaran de vîna wan radest bigirin. Ez bi malbata xwe re şiyarbûm û bi zarokên xwe re di nava vê berxwedanê de çalakbûm. Êdî ez ji ketim nav siyasetê û min xebat dan meşandin. Piştî ku Meclîsa Dayikên Aştiyê li Êlihê hat avakirin ez ketim nava xebatên meclîs. Ez dayika yekem bûm ku min xebata Meclîsa Dayikên Aştiyê da destpêkirin." 
 
‘Em kurd in û bedela wê jî giran e' 
 
Sultan di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Carna xak dibe qedera te û tiştên ku dijî ne di destê me de ye. Em kurd in û ev ji bedelên giran dixwaze. Li aliyekê koçberî, kuştinên faîlên wan diyar, ciwanên li ser çiyê û yan ji di girtîgehan de ne. Ji bo pariyek azadiyê evqas tişt tê serê me. Em li ser axa xwe wekî koleyan dijîn. Bi milyonan çîrokên me yên bi vî rengî hene. Li Rohilata Navîn bi taybet jî li Mezopotamyayê jin van yekan dijîn. Jiyana min jî li ber deriyê girtîgehan derbaz bû. Li ber wan deriyan me azarde dikirin, ji ber ku em kurd in muemeleya li me dikirin nayê gotin. Ji xwe birayê min û kurê min her tim di sirguniyê de bûn. Ji vî bajarî dibirin bajarek din. Min zarokên xwe yên din bi xizaniyê mezin kir û min wan ji digirtîgehê de têr dikir.”
 
‘Ez ê ji bo hemû dayikan têbikoşîm'
 
Sultan diyar kir ku bi hezaran çîrok û serpêhatiyên mezin hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Belkî yê min li beramberî wan ne tiştek ji be. Lê tê zanîn ku li dijî wan yekan her tim dayikên me bûn ala aştiyê. Laçikên wan her tim bi wateyek giran ya aştiyê re hat rakirin. Li dijî hemû zorî û zehmetiyan ez dev ji vê doza xwe bernadim. Bi qasî ku ez biêşîm ez ê têkoşîna aştiyê bidim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû dayikan ez ê vê têbikoşim."