Binevş Sarya: Denîz Firat ji bo min îdeola jiyanê bû

  • 09:01 7 Tebax 2020
  • Portre
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Bi boneya 6'emîn salvegera şehadeta rojnemevan Deniz Firat, rêheval û xwîşka wê rojnemevan Binevş Sarya wiha got: "Şehîd Deniz bi rûkenî bi her kesî re di nava danûstandinê de bû û ji bo min îdeola jiyanê bû. Şopa Deniz û rêhevalên wê ya derxistina rastiyê em ê bigihînin serkeftinê."
 
Rojnemevan Deniz Firat di 8'ê Tebaxa 2014'an de di dema şopandina şerê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û têkoşerên azadiyê ya li Wargeha Ş. Rûstem Cûdî (Mexmûr) de bi giranî birîndar dibe û piştî ku wê radikin yek ji nexweşxaneyên Hewlêrê jiyana xwe ji dest dide. Bi boneya 6'emîn salvegera şehadeta rojnemevan Deniz Firat heval û xwişka wê rojnemevan Binevş Sarya derbarê kesayet û têkoşîna Deniz Firat a di nava tevgera azadiyê de ji ajansa me re axivî.
 
'Rojnemevan Deniz dilnizim bû'
 
Binevşê da zanîn ku her sal di salvegera Rojnamevan Deniz de nêrîn anîn ziman ji bo wê û hevalê  Deniz zehmet e û wiha pê de çû: "Her saleke derbas dibe bêrîkirina çûyîna Denizê jî di dilê me de zêdetir dibe. Her sal di 8'ê Tebaxê de em şehîd Deniz û Sarya bi bîr tînin, Sarya û Denizê herdu di rojekê de beşdarî nava tevgera azadiyê bûn û di 8'ê Tebaxê salên cuda de gihiştin asta şehadetê. Wek xwişkekê bîranîn kêmahiyeke, em herdu xwişka xwe bi bîr tînin. Deniz di temenê xwe yê zaroketiyê de tevlî nava tevgera azadiyê bû. Deniz ne tenê zaroka malbatê bû, zaroka vî gelî bû, ji malbatê zêdetir bi hevalên xwe yên têkoşerên azadiyê û rojnemevan re jiya û bi wê şêwazê dest bi jiyanê kir. Ji ber vê yekê Denizê taybetmendiyên xwe ji nava tevgerê girtibûn û bi wê şêwazê mezin bûbû. Taybetmendiyên Denizê yên herî zêde bandor li ser mirovan dikir mitewazî û dilnizim bû, dilekî wê yê tiji hezkirin hebû, kesên ku herî zêde nedihatin hezkirin Denizê zêdetir ji wan hez dikir, dixwest xwe nêzî wan bike û bi wan re hevaltiyê bike. Min pir caran jê dipirsî Deniz tu çima dixwazî xwe nêzî kesên ku pir nayên hezkirin bikî? Denizê digot 'Mirovên ku tê hezkirin pêwistiya wan bi hezkirinê tune ye, ew valatiyê najîn lê mirovên ku hîs dikin ku nayên hezkirin pêwist e tu meyl bidî ser wan ji bo ku ew jî bibînin ku qîmeta wan heye, karibin ji jiyanê hez bikin û pê ve werin girêdan'. Li ku derê kêmahiyên jiyanî derdiketin Denizê wir temam dikir û rê nedida ku kêmahiyên jiyanî derkevin."
 
'Denizê bi rêbazê xwe yê danûstandinê di nava civakê de dihat hezkirin'
 
Binevşê destnîşan kir ku di 2007'an de Denizê derbasî karê ragihandinê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Denizê herî zêde di çapemeniya jinê de cihê xwe girt û kar da meşandin. Nêzî du salan di kovara Tanrîça Zîlan de ma û li wir xebat dida meşandin. Şehîd Deniz her tiştekî ku bixwastiba bîne ziman destpêkê dinivîsand, nêz 10 rojnivîsên şehîd Deniz hene, di nivîsên xwe de li ser zarokan, hevalên xwe, xwazayê, taybetmeniyên hevalên xwe yên xweş-nexweş, kêfxweşî û zehmetiyên hevalên xwe hemû kiriye mijara pênûsê û nivîsandiye. Di ragihandinê de beşa nivîskî ji bo Denizê ya herî sereke bû. Her wiha Denizê di beşa dîtbarî û Radyoya Dengê Kurdistanê de demeke dirêj xebat da meşandin. Deniz kesayeteke civakî bû, bi rêbazê xwe yê danûstandinê di nava civakê de dihat hezkirin. Deniz kesayetek wisa bû ku her cihê diçûyê zû bandor lê dida avakirin. Deniz kîbar û narîn bû, dema ku mirov lê meyze dikir bawer nedikir ku ewqas salên dirêj şoreşgertî kiriye. A rast şoreşger bi xwe kesên kîbar, narîn û ji xwazayê hez dikin û bi wê şêwazê şoreşa xwazayê didin ava kirin. Deniz jî yek ji wan kesan bû ji ber vê yekê ew taybetmendiyên Denizê yên herî zêde bandor li mirovan dikir. Bê guman wek hevalekê lê ji ber ku ez xwişka wê me bi awayekî xwazayî bondor li min dikir." 
 
'Jiyana me her di nava penaberiyê de bû'
 
Binevşê ragihand ku wê piştî salên dirêj ku Deniz nedîtibû, di sala 2000'an de piştî ku wê Deniz dît tişta herî zêde bala wê kişand rûkeniya Denizê bû û wiha domand: "Şehîd Deniz bi rûkenî bi her kesî re di nava danûstandinê de bû û ji bo min îdeola jiyanê bû, min digot gerek ez wek Deniz bibim wek wê tevger bikim, bi hevalên xwe re bidim bistînim, bixwînim, binivîsim û di her milî de wek wê bibim. Ji ber ku ez biçûk bûm min zêde ji xwendinê hez nedikir, dema ku mirov biçûk be pir zêde nakeve nava tevgera xwepêşxistinê. Şehîd Deniz pir bi min re mijûl dibû ji bo ku ez ji pirtûkan hez bikim bikaribim bixwînim û bi wê şêwazê li ser têkoşîna heval Deniz min zêdetir xwendina xwe pêş xist û fêrî xwendinê bûm. Ji ber êrîşên dewleta tirk malbata me ji Bakurê Kurdistanê derketin û piştî wê jiyana me her bi penaberiyê derbas bû, ji ber ku jiyana me her di nava penaberiyê de bû derfetên ku Deniz biçe dibistana fermî bixwîne tune bû. Lê tevî ku Denizê dibistan nexwandibû him bi kurdî û him jî bi tirkî xweş dinivîsand û dixwend. Deniz di vê mijarê de îqna bû ku ger tu bixwazî tu dikarî jiyanê jî bikî dibistan û xwe pêş bixî."
 
'Li ser şopa Denizê ez tevlî xebatên çapemeniyê bûm'
 
Binevşê da xuyakirin ku piştî şehadeta Denizê ew derbasî nava xebatên çapemeniyê bû û wiha berdewam kir: "Li ser şopa şehîd Deniz ez derbasî nava xebatên ragihandinê bûm, cara yekemîn cihê xwe di Kovara Tanrîça Zîlan de girt, paşê derbasî Radyoya Dengê Kurdistan bûm û piştre jî derbasî ajansa jinê bûm. Min jî hewl da ku pênûs û kamereya Denizê li erdê nehêlim û bibim dengê jinan. Li ser şehadeta şehîd Deniz  6 sal derbas dibin, di nava van 6 salan de li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke bê hampa hat meşandin, hêza DAIŞ'ê ya ku mirovahî li hember wê bi tirs bû û di dilê mirovan de tirs dabû avakirin. Gelê kurd û şervanên wan ev bi hemû cîhanê dan zanîn ku DAIŞ hêzeke ne ewqas bi tirs e ku mirov jê bitirse, tu dikarî vê hêzê bidî tunekirin û bi awayekî hîn azadtir jiyanê bidî avakirin. Rojnemevan Deniz Firat yekem şehîda ku di şerê DAIŞ'ê de wek rojnemevan şehîd bû. Wê demê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê welatiyên Mexmûrê koçber bûbûn û êrîşên li ser Şengalê jî nû dest pê kiribûn. Dema ku Deniz şehîd bû em çûn ji bo meresîma oxirkirina wê, gelek kesên li Şengalê, li Şengalê asê mabûn ji ber ku telefona şehîd Deniz li gel me bû, li telefona wê digeriyan û digotin 'Em li filan deverê ne, hewl bidin bila alîkarî bigihêjê me û em xwe xelas bikin'. Rast e Deniz rojnemevana Mexmûrê bû lê di heman demê de rojenmevana Şengalê bû jî."
 
'Ji bo derxistina rastiyê bi dehan rojnemevanan jiyana xwe ji dest dan'
 
Binevşê da diyarkirin ku Şehîd Deniz dixwest bibe dengê hemû jinan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "6 sal li ser fermana Şengalê re derbas dibin hîna jî gelek jinên Şengalê û yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê çarenûsa wan ne dîyar e hene. Li beramberî vê gelek serkeftin jî hatin bidestxistin, hemû deverên ku di bin dagirkerî û zilma çeteyên DAIŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin, bi hezaran jin hatin rizgarkirin û welatiyên Şengalê niha bi aramî dijîn. Her çendî niha êrîşên dewleta tirk li ser Şengalê çêdibin ew jî berdewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ye. Her wiha li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrîşên dewleta tirk berdewam dikin, li van herêman jî deverên ku bi têkoşîn û berxwedana şervanan hatin rizgarkirin niha jî di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne. Kiryarên ku DAIŞ derheqê welatiyan de dikirin îro dewleta tirk wan kiryaran berdewam dike. Ne tenê Deniz piştî wê bi dehan rojnemevan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûn. Têkoşîn û berxwedana van şehîdan ji bo derxistina holê ya rastiyê bû, ji bo ku bidin diyarkirin ku îro li van deveran neheqiyek li ser mirovahîyê tê meşandin û pêwist e em bibin dengek li dijî hemû dagirkeriyên li ser gelên Rojhilata Navîn û bi taybet jî gelê di vê herêmê de dijîn. Deniz yek ji van hevalan bû ku ji bo berdewamkirina vê berxwedan û qehremaniyê têkoşîn kir."
 
'Bi hezaran jinên ciwan li ser şopa Denizê beşdarî xebatên ragihandinê bûn'
 
Binevşê bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: "Piştî Denizê bi hezaran jinên ciwan li ser şopa wê tevlî xebatên ragihandinê bûn. Li her deverê sandîkayên ragihandinê hatin avakirin. Di nava van 6 salan de bi taybet televîzyona jinê, ajansa jinê û radyoya jinê him xurt bûn û him jî pêş ketin. Wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê salê de me Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) ragihand. Ev jî dide diyarkirin ku çiqasî hevalên Denizan xwestin vê têkoşînê xurtir bikin û bikaribin bibin dengê hemû jinan. Em ne tenê ragihandina ku êşên jinê bînin ziman, em ragihandina ku destkeftî, berxwedan, kêfxweşî, têkoşîn û qehremaniya jinê tînin ziman in. Ez di wê baweriyê de me ku wê hemû hevalê Denizê wê têkoşînê bidin meşandin, wê ragihandina jinê bigihêje serkeftinê û em ê şopa Denizan bigihînin serkeftinê."