Yek ji sembolên azadiyê: Leyla Qasim

  • 12:18 12 Gulan 2020
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşera kurd Leyla Qasim bi berxwedan û têkoşîna xwe di nava dîrokê de cihê xwe girt. Bi wêrekiya xwe di nava kurdan de hat nasîn û bi helwesta xwe jî rêya azadiyê vekir.
 
Jinên kurd bi berxwedan, têkoşîn û pêşengiya xwe navê xwe di dîroka Gelê Kurd de nivîsandin. Di her rûpela dîroka Gelê Kurd de jineke têkoşer heye. Yek jî wan jinan rêya azadiyê hilbijartiye Leyla Qasim e. 
 
Leyla Qasim ji bo helbestvanan bû çavkaniyek, gelek malbat ji berxwedana Leylayê bi bandorbû û navê zarokên xwe kirin Leyla. Bi têkoşîn û berxwedana xwe ji jinên kurd re bû mînak û pêşeng. Leyla yekem jina Kurd bû li Başûrê Kurdistanê ji ber têkoşîn û fikrê xwe hat darvekirin. Li ser darvekirina Leyla Qasim re 46 sal derbas bû. 
 
'Bi nivîsandina gotarê bû hedef'
 
Leyla Qasim di sala 1952’an de li bajarê Xaneqîn ê Başûrê Kurdistanê di nava malbatek welatperwer de çavê xwe li cîhanê vedike. Ew herçend malbateke feqîr bûn jî lê bextewerbûn, zarokên xwe di nava feqiriyê de mezin kirin. Tevî ku malbateke xizan bûn jî bavê Leyla dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî malbat ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê bûn. Wê dibistana amadekariyê li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Seddam Husên a li dijî gelê kurd nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin.
 
Li dijî feresata mêr têkoşîna da 
 
Di sala 1972’yan de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata Baas’ê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû.  Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan di bin rêbertiya P.D.K.I.  de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bo wê jî dema Leyla Qasim dît ku herkes dibêje; kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, lê Leyla biryar da ku tevî xwendevanên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike.
 
Li dijî komkujiyê çalakî pêk anî
 
Di salên xwendinê de hîn zêdetir ser bindestiya welatê xwe lêhurbûn dike. Bi hevalên xwe yên xwendekar re hewl didin ji bo şiyarbûna Gelê Kurd çalakiyên bi bandor bikin. Dema ku li Paytexta Iraqê beşa civaknasiyê dixwend hîn zêdetir ser rastiya civakan û bindestiya Kurdan disekine. Di 1974’an de Rêjîma BAAS’ê li dijî Gelê Kurd şerê xwe mezintir kir. Malbatên kurd ji Bexdadê derxistin. Rêjîma Iraqê Bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelê kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Leyla Qasim a ku ji bo balê bikşîne ser komkujiya li dijî Gelê Kurd balafir revand, di 24’ê nîsana 1974’an de hate girtin. Dema li girtîgehê bû rastî cureyên îşkenceyên mezin hat. Bi biryara Sedam Husên Leyla û 4 hevalên xwe di 13'yê gulana 1974’an de hatin darvekirin. Leyla serî li ber dijmin netewand û daxwaza cil û bergên nû ji malbata xwe kir.
 
Li Kurdistanê bû sembola berxwedanê 
 
Li gorî daneyan Leyla piştî ku di bin çavdêriya îstîxbarata dewletê de bûye jî bi wêrekî bersiva pirsyarên karbidestên dewletê daye û di dadgehê de li rûyê dadgerê baasî bi dengekî bilind wiha gotiye: “Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran kurd wê ji xewa giran şiyar bibin, ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.” Leyla li Kurdistanê bû sembol û mînakek. Di dilê her kurdekî cihê xwe girt. Jinek jêhatî û serbixwe bû û di 22 saliya xwe de hat darvekirin.