Hadle li hemberî malbat, civak û dewletê serî netewand

  • 09:05 12 Gulan 2020
  • Portre
Medya Uren
 
RIHA - Hadle Ugur li dijî serdestiya malbat, civak û dewletê şoreşek pêk anî li dijî hemû qedexeyên serî rakir. Hadlê, diyar kir ku jin xwedî bi hêz in û dikarin her tim têbikoşîn û got: "Ez ê her tim bi vê hêza xwe li ber xwe bidim.
 
Çîroka Hadle Ugur ji Pirsûsê bi koçberiyê dest pê dike. Wekî her malbateke kurd ê welatparêz ew jî bi pêkutiyên mezin re rûbirû tê. Hadlê bi serî rakirina li hemberî malbat, civak û dewletê ve tê nasîn. Jiyana wê her tim di nava têkoşînê de derbas bûye. Tu carî serî li hemberî pêkutî û zordariyê netewandiye. Me xwest em cîroka Hadleyê bi vê re parvebikin
 
Hadle li Pirsûsa Rihayê ji dayik bûye û niha 48 salî ye. 6 zarokên Hadleyê hene. Di jiyana Hadlê de tu carî zext û zordariya dewletê kêm nebûye û her tim polîs û cenderme bi ser malê de girtine. Wekî her malbateke kurd ê welatparêz ew ji rastî lêgerîn, tundî, girtin û koçberiyê re rûbirû dimîne. Hadlê dibêje bi mezinbûna zarokên min re gef li ser wan ji pêk hatin. Keça Hadlê ya mezin ji ber sedeman tevlî PKK'ê bû. Her tim li ber deriyê mala Hadlê polîs hebûn û her roj ev dihatin şopandin. Di salên 90'î de ji ber neçariyê berê xwe dan bajêr. 
 
‘Ji bo doza zarokên xwe ez ê her tim li ser piyan bim’
 
Lê belê zext û zordarî li bajêr jî neqediya. Keça Hadlê ya din jî ji ber gefan berê xwe da cem xwişka xwe û tevlî PKK'ê bû. Her ku diçe zextên li hemberî malbatê zêdetir dibin. Di vê demê de kurê Hadlê li zanîngehê beşa teknîkê dixwine û tê girtin û 7 sal ceza didin wî. Dema kurê wê ji girtîgehê derdikeve vê demê li Rojava şer hebû. Kurê wê jî xatir dixwaze û dibêje "Ez li vir im, lê belê wijdana min qebûl nake, ez li vir namînim." û tevlî YPG’ê dibe. Hadlê wekî dayik û jinên din nêz vê pêvojo dişopand û hêj ji zarokên xwe digirt. Hadlê bi wan gotinan nêrînê xwe anî ziman: "Ez jin im, dayika şehîda me, dayika pakrewana me, Zarokên min hêz û wateya serhildana min e. Ez ê her tim li qadan bi dengê wan biqêrim. Ew ji bo dozê li wir bûn. Ez ji bo doza wan li ser piyan disekinim."
 
Hadlê 3 mehan di greva birçîbûnê de dimîne
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dike. Çalakî li hemû girtîgehan belav dibe. Ji bilî girtiyan li gelek deveran jî çalakiyên grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Hadlê jî di wê pêvajoyê de li Rihayê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger dike. Di wê demê de polîs li ser mala Hadlê de digire û Hadlê tê binçavkirin, piştre tê girtin. 6 meh ceza didin wê. Hadle li girtîgehê dîsa çalakiya xwe dom kir. 3 mehan çalakiya xwe didomîne. Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî dike wekî berxwedêrên din. Hadle derbarê mijarê de wiha axivî: "Her tim ji min re digotin cezayê te kêm e nekeve greve, dê cezayê te zêde bikin. Lê ez bi biryarbûm û çend sal bidan min jî minê heta dawiyê çalakiya xwe berdewam bikira. Di dawiyê de serkeftin ya me bû û hevdîtin pêk hat."
 
'Ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim'
 
Hadle wiha qala têkoşîn û berxwedan xwe kir: "Mi li dijî malbat, civak û dewlet şoreşek da û li dijî hemû qedexeyan min serî netewand. Li Rihayê li hemberî jinê pergaleke cuda heye û ev pergal jiyana jinê asteng dike. Lê jin xwedî wê hêzêne ku têbikoşin. Ez ê her tim bi vê hêza xwe li ber xwe bidim.”