‘Kutsiye Bozoklar hevalatiya kilamên me dike’

  • 09:04 15 Tîrmeh 2019
  • Portre
Sîbel Ozalp
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kutsiye Bozoklar a jiyana xwe bi şîara ‘jiyan berxwedan e’ kir yek, jinek mîlîtan a komunîst e. Kutsiyeyê heta 16’ê Tîrmeha 2009’an bi berhemên xwe ji kilamên jiyana me re hevaltiyê dike.
 
Kutsiye Bozoklar di 56 sal emrê xwe de 36 salê wê girêdayê kursiya bi teker derbas bû, lê tu car teslîm nebû. Kutsiye ku wek ‘qutiya ronahiyê’ ya hevalên xwe dihat nasîn, yek ji şoreşgerên mîlîtan ya nifşê 68’an bû. Di 20 salî de bi guleya polîsan mahkumê kursiya bi teker bû. Ji wê rojê şûnde têkoşîn û şerê xwe bi pênûsa xwe berdewam kir. Kutsiyeyê mêjî û dilê xwe diyariyê rizgariya jinan, karker û kedkaran kir. 
 
19’ê Adara 1973’an de bi hevalê xwe Ahmet Muharrem Çîçek re çû malekê û li wir polîsan bi ser malê de girt. Ahmet Muharrem bi guleya li serê wî ket hat înfazkirin û Kutsiye jî birîndar xilas bû. Ji ber guleya li pişta wê ket, seqet ma. 
 
Kutsiye Bozoklar ya nivîskar, rojnameger û helbestkar bû, di 1953’an de li Mersînê hat dinê. Kutsiye û cêwika wê di salên dibistana navîn de şoreşgerî nas kirin. Bavê wan bû wesîleya vê. Hezkirina pirtûkan xwendinê ji bavê xwe hîn bû. Bavê wan zû dimre û ew dayika xwe dimînin.
 
Di dema şoreşa 68’an de Kutsiye di lîseyê de bû. Tevlî çalakiyan bû. Wê jî wek hemû şoreşgeran îlham ji bayê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Çetîn Altan girt. Piştî Lîseyê Kutsiye ket Zanîngeha Stenbolê beşa Dermanfiroşiyê. Xwişka wê jî ket Zanîngeha Teknîk a Stenbolê. Komîn ji Mersînê biribû Stenbolê.
 
Piştre bi darbeya leşkerî ya 12’ê Adarê re bi rêxistina nû ya bi pêşengiya Îbrahîm Kaypakkaya riya xwe berdewam kir. Kutsiyeyê diyar dikir ku ew li dijî faşîzmê bi hêrs e û hêrs li gorî wê hestek xweş e û got divê li dijî faşîzmê têkoşîn bê dayîn.
 
Bi êrîşa 12’ê Adarê re Meral Yakar, Alî Haydar hatin kuştin û Îbrahîm hatin girtin. Kutsiye û Ahmet Muharrem Çîçek jî di 19’ê Adarê de bi hevalên nû re dihatin cem hev. Lê bi hevalê xwe Ahmet Çîçek re li malê rastî êrîşa polîsan hatin. Ahmet li wir hat qetilkirin û Kutsiye jî birîndar xilas bû.
 
Kutsiye bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyan rastî her cureyê îşkenceyê hat. Lê li dijî van jî berxwedana xwe meşand. Wisa bi înat û biryar bû ku, bû çavkaniya gotina ‘Jiyan berxwedan e.’
 
Du salên Kutsiyeyê li GATA ya Enqereyê girtî derbas bû. Bi daxwaza cezayê darvekirinê hat darizandin. Di efûya 1974’an de tahliye bû. Kutsiye piştre dest bi nivîsê dike.
 
Berhemên wê: Di rojnameya Atilimê de di quncikê ‘Ortakça’ de nivîsî. Serokatiya Lijneya Weşana Kovara Huner û Jiyanê kir. Gelek pirtûk nivîsî.