Li Rojhilatê Kurdistanê vejîna jiyanê (2)

  • 09:04 26 Tîrmeh 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Tifaqa xurt û berfireh û hevkariyê, reqabeta sexte kêm kiriye û pergala rêveberiyê û damarên civakê hîn bêtir xurt kiriye. Ev nêzîkatî di felsefeya konfederasyonê de girîng e. Ya ku hîmê pergalê ava dike, felsefeya rêveberî û çanda jiyanê ye. Piştî konfederasyona medyan şûnde bajarê Hemedan paytexta konfederasyonê hatiye qebûlkirin.
 
Evîn Zîlan
 
Yek ji çanda din a herî kevn û dîrokî Çanda Bradostî yan jî koka Zagrosê. Çanda herî kevn a serdema paleolîtîk e. 19.000-38.000 sal berê belav bûye û ji Zagrosan heta Kirmanşah, Lorîstan, Başûrê Kurdistanê û Bahtiyarî û ji wir heta Fars û Huzîstanê dirêj dibe. Ev çand piştî çanda Musterîan şûnde derketiye holê û herî dawî veguheriye çanda Zerzî. Çanda Zerzî, beriya Zayînê 8000 û 18.000’î de tê texmînkirin.
Li gundê Hacîc hatiye dîtin. Li gorî arkeolokan temenê wê di navbera 40.000 û 12.000 de ye. Goristanek kevir a bi kubbe ya 3000 salî dihewîne. Her wiha li nêzî gundê Tengîver berhemên serdema Hesin hatine dîtin. Ev nîşan didin ku ev ax çiqas qedîm e. 
 
Merasîmên Pîr Şalyar mînaka vê ye. Li Palengan Newroz kevneşopiya hezar salî ye. 20 roj beriya Newrozê li Hewraman li gundê Palengan Newroz tê pîrozkirin. Rîtuela baranê jî sebmolên xwedawend, xweda û mar dihewîne. Niha li Rojhilatê Kurdistanê li hinek herêman ji bo bereketa axê ji Xwedawendê re dua tê kirin. Ev rîtuela der barê Xwedawend Anahîta îro jî didome. Ev rîtuel tevgera mirovahiyê jî dihewîne. Ji cihekî dest pê dike li çeman bidawî dibe. Li ser van axa rîtuela din a antîk, li bajarê Kirmanşah, Karand û Kangavar ên navenda Nahîtane têkildarî xwedawenda mar in. Gel ku li ser çeman tên gel hev, ji bo pîrozkirina xwedawendê xwarinan çê dikin û ligel belav dikin.
 
Sembol û nîşaneyên di teşeyê fikra Yarsan de derbas dibe av û şikeft in. Şikeft wek malzaroka jinê ye. Figurên wek Muhammed û buda li şikeftê xwe veşartine. Ava ji şikeftan diherike jî welidînê temsîl dike. Heta kaniya Babayadgar û Zemzemê yên li Karslanê jî wek teşeyê malzaroka jinê ye. Di dema mîtra de dîk jî sembol bû. Li gorî rîtuelên yaresan dîk sewalê ku dikin qurban e. Ji ber sewalên çavkaniya jiyanê welidinî qedexe ye ku bikin qurban. Di teşeyên rêveberiya van civakan de nêrîna jin û dayikan esas hatiye girtin û tevahiya civakê tevli rêveberiyê dibû. Pergala konfederasyona demokratîk xwe dispêre serdema Man na. Wek berdewamiya çanda demokratîk a civakên Zagrosê ye. Ev konfederasyon xwe dispêre beriya zayînê 6000-8000 salî. Taybetiya vê ya herî mezin ev e ku mirov bi awayekî çalak û dildar tevli hemû qadên jiyanê dibin. Navê xwedawenda afrîner Manna-Adad e. Sewalkarî û çandinî pir zêde bû. Jin û mêr têkiliya wan bi jiyanê hebû. Îro jî taybetiya çand û kevneşopiya wan tê dîtin. Heta li hinek herêm û çiyan navê dayikan an jî bi bandora Zerduştiyê nav hatine dayîn.
 
Konfederasyona Urartu û Asuriyan bi pergala eyaletê dihat birêvebirin û ji van hinek eyalet Surîkaş, Lamsî, Odiş, Arsyanşi û Arştiyana ne. Li gorî hinek dane û çavkaniyên Konfederasyona Manna, li herêmên Bukan, Sîne, Sakez, Şîno, Mahabad, Pîranşar, Baneh, Miyandoav, Neqede û Melkengî bicih bûne. Dema Mannaîleyan, teşeyê rêvberiyê wek senato û meclîsan bûn. Li gorî hewcedariyan peywir ji bo kesan dihatin dayîn. Heta li gorî biryarên hevpar û têrbûna kes rêveber dihatin hilbijartin. Peywira kesê yekem ji aliyê senatoyê hatiye diyarkirin. Wek Med, selefiyên Zamva, Sonbî, Komordî, Mîsîsî, Hazano kabîleyên din jî di pergala Manna de cih digirtin. Ev komên etnîk, di federasyon û pergalekê de ligel hev jiyane û di avabûna çanda Zagros de rolek girîng lîstine. Gelan zilm û koletiya kralan qebûl nekirine û hemû kralên li dijî îradeya gel tevgeriyane eza kirine. Ev helwesta serhildêr heta îro berdewam kiriye. Bi taybet Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, hîna jî li dijî polîtîkayên rejîma Îranê têdikoşin.
 
Piştî Manna konfederasyona Med jî rol lîstiye lê ji konfederasyonên din kûrtir temenê wan heye. Di dema konfederasyona Medan de, pergala rêveberiyê hat organîzekirin, tifaqeq hîn xurt û berfireh hat avakirin û artêş hîn bêtir hat xurtkirin. Di vê demê de bi bandor felsefeya Zerduşt re guherînên çandî û bawerî derketin holê. Wê demê otonomiya kabîle û gelên cuda, bi biryarê hevpar û demokratîk a kralan hatiye hilbijartin lê koletî û zilm biyaniyê vê axê ye û ev çand pêş neketiye. Di şer de jî dîl girtî nekirine kole û bajar nehatine talankirin. Tifaqa bi Kassîtan re hêza çandî û leşkerî ya vê konfederasyonê xurt kiriye.
 
Tifaqa xurt û berfireh û hevkariyê, reqabeta sexte kêm kiriye û pergala rêveberiyê û damarên civakê hîn bêtir xurt kiriye. Ev nêzîkatî di felsefeya konfederasyonê de girîng e. Ya ku hîmê pergalê ava dike, felsefeya rêveberî û çanda jiyanê ye. Piştî konfederasyona medyan şûnde bajarê Hemedan paytexta konfederasyonê hatiye qebûlkirin.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Li Rojhilatê Kurdistanê muzîk û huner’ wê bê weşandin.