Tecrubeya Pergala Aboriya Komunal a Demokratîk û Keda jinê 2
- 09:01 15 Nîsan 2022
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Di her qada jiyanê de bandora jinê tê hîskirin. Jinên bi aktîf tevli astên hilberîner û bikarhêneriyê dibin, di pêşketina ferasta bazara civakî de bandora hêza wê hîna jî bi sînor tê dîtin. Dema di feraseta bazarê de bandora jinê qels bimîne, di aboriyê de cih girtin, di esasê rolên zayenda civakî de di astên karbeşiyê de jî dikare qels bimîne."
Elîf Kaya
Di 1991’ê de piştî belavbûna Yekitiya Sovyetan şûnde Sosyalîzma Reel hêvî şikestin û tevgerên komunal jî ketin legerîn û lêpirsînek nû. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi gotina ‘Di sosyalîzmê de israr, di mirovahiyê de israr’ lêgerîna xwe kûr kir û di esasa tecrubeyên hatine jiyîn de pergala komunal a demokratîk pêş xist. Ev pergala di salên 90’î de hat lêpirsînkirin û di salên 2000’î de zêdetir şênber bû, qadên ku herî zêde lê pêk hatin erdnîgariya Kurdistanê bû. Erdnîgariya ku li aliyekê bi polîtîkayên netew-dewlet û emperyalîzma global hat dorpêçkirin, lê pergala aboriya komunal a demokratîk hat pêşxistin, li aliyê din jî di şert û mercên giran yên şer de, heta ku derfet hebûn, li qadan rêxistinbûnên aboriya komunal hat kirin. Yek ji van qadên herî zêde lê pêk hatiye û şênber Rojava ye.
Pergala komunal a demokratîk ya li jor me çarçoveya wê danî holê, di asta pêkhatinê de gele zor û astengî jî dît. Di serî de jî hînbûnên civakî û astengiyên ji zîhniyetê pêk tên bûn. Her wiha di heman demê de avakirina pergaleke ku azadiya civakê ya li dora jinê pêş dikeve, avakirin, dihat wateya ku ji aliyê pergalên emperyatlîst ve hedef bê girtinê. Di avakirina pergalê de li dijî her du astengiyan têkoşînên cidî hewce dikir.
Li erdnîgariya Kurdistanê her çiqas di civakê de nirxên jiyana komunal heta cihekî zindî bin jî, bi destên dewletên binpêker aboriya wan bi polîtîkayên kapîtalîst hatine teşekirin. Feraset ali bazarê serdest bû, bû feraseta pergala kapîtalîst yanî bi gotineke din ‘qanûna kurd’ e. Yanî feraseta ‘masiyê mezin masiyê biçûk dixwe’ an jî 'Her mih bi nigê xwe û her bizin jî bi nigê xwe dieliqe' li bazarê bandor kir. Lê wek tê zanîn ger bazar demokratîk nebe, avakirina aboriya demokratîk jî ne pêkane.
Anîna gel hev a hilberîna komunal û bazarê gelek girîng e. Heta ku bi feraseta pergala kapîtalîst nirxa kedê bê diyarkirin, hilberîna komunal ji hilberîna marjînal xilas nabe û bê parastin dimîne. Di astên bikarhênerî û hilbrîne de, jiyankirina nirxên komunal girîng e û ligel vê demokratîkirina bazarê jî evqas girînge. Lê di hawireke ku şer tu car kêm nebûye, her çar aliyê wê hatiye dagirkirin de demokratîkirina bazarê evqas ne hêsane. Di rewşeke ku statuya fermî neyê nasîn, deriyên sînoran girtî û bi dewletên ku sînorên wan pê re heye şerkirin, gelek caran bazirganî her tiştî diyar dike. Dewlet û hêzên dijberê wan di siyaseta herêmê de ji ser bazirganiyê mudaxalekirin wek rêbazê dibînin.
Li vê erdnîgariya ku dewlet û hêzên jor yên dewletê şerê binpêkirinê dimeşînin, avakirina aboriya komunal jî têkoşîn û kedeke mezin a cidî dixwaze. Ji aliyê hêzên binpêker ve polîtîkayeke talan, dagirkirin û xespkirinê li vê qadê tê meşandin. Ji ber vê zor û zehmetiyên mezin li pêş avakirina aboriya komunal, meşandina wê û parastina wê heye. Her model bi şênberbûnê re bi mirovan re baweriyê pêş dixe. Bi şerên binpêkirinê re tecrube û destkeftiyên tên jiyîn têberalîkirin û li aliyê din jî bêbawerî û bê îstîkrarbûnê ava dike, li aliyê dinji bo hebûne divê têkoşîn û nûkirin pêk bê. Di hawira bê îstîkrar û bê baweriyê de jiyana komunal zêdetir tê hîskirin û hewcedarî pê tê dîtin. Dema civak xwe rêxistin neke an jî tehdîd pir mezin bê dîtin, ev hesta parastinê gelek caran di hawirên pevçûnan de bi rev û koçberbûnê encam dibe. Ev rê li ber koçberiya kedê vedike. Mirovên ji herêmê koç dikin li welatên din wek hêza kar a erzan tên xebitandin.
Aliyekê din yê şer jî bi sabotajên kiryar nediyar , polîtîkayên talankirina hilberînê ye. Tenê di 2019’an deli Rojava bi hezaran hektar erdên genim hatin şewitandin. Bi hezaran ton genim tune bûn. Ev şerê li ser aboriyê tê meşandinê ye. Şewitandina mêrg û daristanan cih ji çêra sewalan re nahêle û ji ber polîtîka şer û koçberkirinê mirov ji warê xwe dibin.
Dîsa bi dagirkirinê, ji bo dest bidin ser qadên hilberînê û hilberînê di salên dawî de ev gelek hat jiyîn. Bi hezaran ton genim hat desteserkirin, baxçeyên zeytûnan hatin talankirin dar hatin birîn, çandinî nehat kirin. Ev polîtîkayên ku parçeyeke şer in, bi awayekî cidî zirarê didin faliyetên aborî.
Di hawirên şer de dikare modelên aboriya alternatîf bên afirandin lê gelek zehmetiyên cidî hene. Ev zehmetî ne tenê ji ber êrîşên ji derve de tên kirinê, çand û tiştên ku pergalê afirandine û ferzkirine jî parçeyeke vê ne. Astên bikarhênerî û hilberînê, divê bi nirxên komunal demokratîk be. Het aku bandora çanda pergala kapîtalîst neyên çareserkirin ji xwe ser neyên avêtin, aboriya komunal nikare bê pêşxistin. Aboriya komunal bi feraseteke bikarhênerî û hilberînê ya li gorî hewcedariyê pêş bikeve wê bikeve jiyanê. Di vê mijarê de guherîna zîhniyetê pir girîng e. Ji ber vê jî di pergala aboriya komunal a demokratîkd e cihekî girîng didin akademiyan. Ev tecrubeyên tên jiyîn tên lêkolînkirin, çarçoveya aboriya komunal demokratîk tê nîqaşkirin û rê û rêbazên bikaranînê tên diyarkirin. Pergal û karekterên ku pergala kapîtalîst afirandiye tên nirxandin. Zîhniyetên ezezook, desthilatdarî, hiyerarşîk tên rakirin. Mînak di pêvajoya ewil a şoreşa Rojava de nêzîkatiyên wekê bibim xwediyên koperatîf, xwediyê şîrketekê hebûn. Mirov dikarin kedê bidin astên hilberînê û wisa pergala aboriya komunal pêş bixînin. Heta ev têkilî neyê bidestxistin ev gelek zehmete.
Di aboriya komunal a demokratîk de keda jinê
Tevgera femînîst bi taybet bi salên 1970’ê re binpêkirina li ser keda jinê rexne kir û derket holê ku têgeha kedê teng û di esasa mêr de ye. Di serî de tevgerên radîkal, sosyalîst, marksîst û femînîst, li ser keda jinê tahlîl û lêkolînên kûr meşandine. Ev hewldanên bi nirx yên fermînîzmê bal dikşînin ser çavkaniya binpêkirinê û di alî analîzkirinê de jî piştgiriyek mezin daye. Ev xebat ji bo keda jinê bê dîtin gelek girîng e. Di vî alî de derketiye holê ku binpêkerên ewil jin in, li ser ked û bedena jinê pergala binpêkirinê hatiye meşandin û piştre desthilatdariyan li ser hemû civakê meşandiye. Lê di mijara çareseriya pirsgirêkê de nêzîkatiyên cuda dertên holê. Hinek dibêjin bila heqdestê keda malê bê dayîn hinek dibêjin divê nirxa keda jinê di vê esasê de bê dayîn, hinek dibêjin her karê nav malê pergala kapîtalîzmê xurt dikin. Di vî alî de ‘greva kar’ pêşniyar dikin. Hinek dibêjin ku divê karên malê navbera jin û mêr de bên parvekirin û kar wek karê jinê neyê dîtin.
Modela Aboriya Komunal Demokratîk xwe di diyarkirin anirxa kedê de wek alavek bi guman dibîne, di alî keda jinê de xwe wisa pêş naxîne. Bawer dike ku ked pîroze û nirxa wê nayê pîvan. Lê bi vê re di têkiliyê civakî yên tevlihev bûye de mekanîzmayeke ku nirxa kedê pîroz dike, jî derdixe holê. Lê ev ne heqdeste. Bi guman nêzî bazarkirina kedê dibe, bawer dike ku nirxa kedê li bazarê nikare bê pîvan. Di nav keda jinê de wek nirx rêxistinbûna jiyana komunal û feraseta bazarê pêşniyar dike. Bawer dike ku pergala civaka komunal demokratîk bi hemû aliyan bê rêxistinkirin û vê dike hedef û armanc.
Bi tevlibûna jinan a aktîf ya qada aboriyê re di feraseta aboriyê de geşedanên girîng tên jiyîn. Di her qada jiyanê de bandora jinê tê hîskirin. Jinên bi aktîf tevli astên hilberîner û bikarhêneriyê dibin, di pêşketina ferasta bazara civakî de bandora hêza wê hîna jî bi sînor tê dîtin. Dema di feraseta bazarê de bandora jinê qels bimîne, di aboriyê de cih girtin, di esasê rolên zayenda civakî de di astên karbeşiyê de jî dikare qels bimîne. Di vî alî de rîskan jî bixwe re dihewînin. Ji ber vê jî demokratîkbûna bazarê û di ve qadê de bandorbûna jinê gelek girînge. Jinên di aboriya malbatî de kedek mezin didin û hepsê malê hatine kirin, di qada civakî de yekem car pergala xwe ya aboriyê ava kirine û tevli jiyana civakî bûne. Tenê tevli nebûne, pêşengî kirine û di diyarkirina pergala civakî de bi bandar bûne.