Rapora ÎSÎG'ê ya Cotmehê: 2 jê zarok 10 jî jin bi gişt 177 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 14:55 5 Mijdar 2018
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlehiya Tenduristiya Karker û Kar (ÎSÎG) rapora meha cotmehê aşkere kir û ragihand ku 2 jê zarok 10 jî jin bi giştî herî kêm 177 kesî jiyana xwe ji dest da ye. 
 
Meclîsa Ewlehiya Tenduristiya Karker û Kar (ÎSÎG) têkildarî cînayeta kar rapora meha cotmehê aşkere kir. Li gorî rapora ku ÎSÎG’ê parve kir di meha cotmehê de herî kêm 177 kesî jiyana xwe ji dest da ye. Di 10 mehên salê de hezar û 640 karker dema li ser karbûne jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî raporê di meha çile de herî kêm 144 karker, di meha sibatê de 128 karker, di adarê de 130 karker, di nîsanê de 189 karker, di gulanê de 169 karker, di hezîranê de 151 karker, di tîrmehê de 201, di tebaxê de 184 karker û di îlonê de jî 167 karker jiyana xwe ji dest dane.