‘Divê jin li her qadê bibin yek û xwe rêxistin bikin’
- 09:04 2 Mijdar 2025
 - Ked/Aborî
 
	ÎZMÎR - Krîza aborî û pergala baviksalar, jinên teqawît jî bi teşeyên tundiyê yên nayên dîtin dorpêç dike. Mamosteya teqaawît Saadet Erkuş wiha got: “Jin hem dema dixebitin hem jî dema teqawît dibin mafên wan tê  binpêkirin û dest didin ser mûçeyên wan. Ji bilî piştevaniyê riyeke din tune ye.”
	25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan nêz dibe û tundiya li ser jinan ne tenê di alî fîzîkî de, di alî aborî û teşeyên din de dertê pêşberî me. Xizaniya ku her diçe zêde dibe,bêewlebûn û têkiliyên bi teqawîtbûnê re giran dike, jiyana jinan vediguhere qadeke tundiyê ya bêdeng. Mamosteya teqawît Saadet Erkuş der barê mijarê de axivî û da zanîn ku jin hem di jiyana xebatê de hem jî di pêvajoya teqawîtbûnê de mafên wan tê binpêkirin.
	‘Bi mûçeyên teqawîtbûnê debare ne pêkane’
Saadet Erkuş diyar kir ku bi salan di qada perwerdehiyê de peywir girtiye û wiha anî ziman: “Di jiyana xebatê de jî jin bi awayekî sîstematîk bi newekheviyê re tên rû hev. Dema dixebitin jî dema teqawît dibin jî heman pirsgirêk didomin. Di dema xebatê de di mijara mûçde qada me jî pir ne cuda ye. Lê di mijara barê dersan de, pirsgirêkên dibistanê, di nobetan de, di her qadê de mixabin jin di plana dawî de tên dîtin. Bi mûçeyê teqawîtbûnê û yê xebatê debare ne pêkan e. Îro sînorê xizaniyê diyare, yê birçîbûnê diyar e. Kalîte û şertên jiyanê bi giştî xera bûne.”
	‘Jinên teqawît mafên wan tên binpêkirin’
	Saadet Erkuş di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Divê jin di alî aborî de li ser piyan bisekinin. Ev gelek girîng e. Lê li gorî min jinên teqawît mûçeyê wan ji aliyê hevjîn û kurê wan ve tên desteserkirin. Ji ber jin piştî teqawît dibin ji ber lênerîna zarokan, karê malê, lênerîna kal û pîran mafên wan tên binpêkirin. Piştî jin teqawît dibin jî hepsê malê tên kirin.Jin bi astengiyan re tên rû hev. Divê jin hem di dema xebatê de hem jî piştî teqawîbûnê bên gel hev û ji hev hêzê bigirin.”
	‘Divê em di piştevaniyê de bin’
	Saadet Erkuş di dawiya axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna yekbûyî ya jinan û got ji bo jin mafên xwe bi dest bixin divê ligel hev cih bigirin û got: “Divê ji bo mafên xwe em bibin hêzek rêxistinkirî. Jin neçarin bi hev re di piştevaniyê de bin.  Em neçarin bibin yek. Bêyî piştevaniyê em nikarin mafên xwe biparêzin.”

				
				
				
				
				





