Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amedê bernameya 25'ê Mijdarê eşkere kir

  • 13:19 17 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amedê ji bo starta 252ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan da û diyar kir ku ew ê li ber tundiyê serî rakin.
 
Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Amedê ji bo starta 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Şaxa Egîtim-Senê ya Hejmara 1an a civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Jin Jiyan Azadî” hat daliqandin. Nûnerên rêxistinên jinan tev li civînê bûn. Endama Meclîsa Jinan a KESKê ya Amedê Guneş Ozel daxuyanî xwend. Daxuyanî tenê bi zimanê Tirkî h
 
Guneş Ozel bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê û got ku ew ê wek her sal îsal jî bi rasthatina 25ê Mijdarê li dijî kuştin û tundiya li ser jinan serî rakin.
 
Guneş Ozel bernameya 25'ê Mijdarê ya Meclîsa Jinan KESK'ê ya Amedê eşkere kir.
 
Bername bi vî rengî ye:
 
* Em ê ji bo Rojîn Kabaiş û hemû jinên hatine kuştin û tundî li wan hatiye kirin daxwaza edaletek rastîn bikin.
 
* Di 18'ê Mijdarê de em ê ji bo hevalên xwe yên di girtîgehê de kartên piştgiriyê bişînin.
 
* Di 20'ê Mijdarê de em ê li ber Dadgeha Cîzîrê bin, em ê li dijî destdirêjiya li ser zarokan tê kirin dengê xwe derxin û doza destdirêjiyê ya li Cizîrê bişopînin.
 
* Di 22'yê Mijdarê de em ê serdana Dayikên Şemiyê bikin.
 
* Di 23'yê Mijdarê de em ê tûra bisiklêtê ya jinan ji Parka Koşûyolûyê ber bi Meydana Şex Seîd ve li dar bixin.
 
* Di 25'ê Mijdarê de em ê wekî pêkhateya Platforma Jinan a Dîcle Amedê meşa 25'ê Mijdarê li dar bixin.