Li pişt êrişên li dijî PJAK'ê kîjan hêz û dewlet hene ?

  • 10:42 11 Mijdar 2026
  • Ji Pênûsa Jinan
Êrişên bêbingeh ên li dijî PJAK'ê dê bandorên xeternak li ser pêwendiyên navbera hêzên kurdî çêkin. Di demekê de ku gelê kurd pêdiviya wî bi yekîtî, hevfamkirin û hevkariya stratejîk heye, çêkirina atmosfereke dijminatiyê di navbera partiyan de wê tenê xizmeta berjewendiyên hêzên li dijî mafên gelê kurd bike.
 
Îran di qonaxeke hesas û diyarker a dîrokî re derbas dibe. Hemû nîşane didin xuyadikin ku pergala heyî nikare rewşa xwe ya niha bi awayekî berdewam biparêze û pêvajoyeke guhertinê li pêşiya civaka Îranê ye. Ev guhertin dikare bi awayên cuda cuda pêk were, mudaxeleyên ji derve, şer û pevçûnên çekdarî yan jî pêvajoyên siyasî û civakî jî di nav de. Lê mijara sereke ne tenê çawaniya guhertina pergala heyî ye; mijara bingehîn ew e ku piştî vê guhertinê dê çi were avakirin?
 
Di rewşeke wiha de, hêzên siyasî, bi taybetî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, nikarin tenê bibin temaşevan. Divê ji niha ve xwedî analîz, stratejî û projeyeke zelal bin ji bo pêşerojê. Ji bo ku gelên Îranê careke din nebin qurbaniyên hesabên hêzên navxweyî û derve, pêwîst e, alternatîfeke siyasî û demokratîk hebe ku li ser bingeha azadî, wekhevî, mafên neteweyî û hevjiyana azad ava bibe. Gelek caran behsa demokratîzekirina Îranê, mafên gelan û guhertina pergala siyasî hatiye kirin. Lê pirs ev e: Ev gotin çi qasî bûne projeyeke pratîkî? Ji bilî daxuyanî û civînên siyasî, kîjan gavên şênber ji bo amadekirina civakê, rêxistinkirina hêza gel û pêşxistina alternatîfeke demokratîk hatine avêtin? Demokratîzekirina Îranê nikare tenê di çarçoveya gotar û daxuyaniyan de bimîne. Ew pêvajoyek e ku pêdivî bi stratejî, xebata civakî, rêxistinbûn û bersivdana pirsên bingehîn ên pêşerojê heye. Ger pêk nehatiye, kî berpirsyar e û ji aliyê kîjan hêzan ve gav nayên avêtin û tên astengkirin?
 
Di vê çarçoveyê de, helwesta PJAK'ê ya li ser entegrasyona demokratîk divê bi awayekî rast were famkirin. Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûn e, ne jî qebûlkirina pergala heyî yan jî devjêberdana mafên gelan e. Berevajî, ew pêşniyara avakirina pêwendiyeke nû ya siyasî û civakî ye di navbera gelên Îranê de; pêwendiyek e ku bingeha wê azadî, wekhevî, nasnameya azad a gelan û rêveberiya demokratîk e. Ev nêrîn hewl dide ku pêşî li dubarebûna pergala netewe-dewletê, despotîzmê û navendîbûna siyasî bigire. 
 
Lê çima di demeke wiha de, li şûna ku nêrîn û projeyên cuda yên siyasî bên nîqaşkirin, êrişên li dijî PJAK'ê zêde dibin? Çima dema PJAK behsa entegrasyona demokratîk, çareseriya siyasî û pêşeroja hevpar a gelên Îranê dike, hin aliyên di nava Hevpeymaniya Partiyên Kurdistanê de vê helwestê dikin mijara rexneyên tund? Di rastiyê de, ev pirs tenê têkildarî cudahiya nêrînên siyasî nînin. Pirsgirêk ew e ku hin hêz ji bo bersivdana pirsên bingehîn ên vê qonaxê, li şûna pêşkêşkirina projeyeke xwe ya siyasî, mijarê ji bo êrişkirina hêzeke din a kurdî bi kar tînin. Heke kesek bi projeya entegrasyona demokratîk razî nabe, dikare projeya xwe ya alternatîf pêşkêş bike. Heke baweriya wî bi rêbazeke din a têkoşînê heye, divê eşkere bike ku ew rêbaz dê çawa bibe sedema guhertinê û çawa dikare mafên gelê kurd û gelên din ên Îranê misoger bike.
 
Lê rexnekirina projeyeke siyasî bêyî pêşkêşkirina alternatîfê, ne stratejî ye û ne jî bersivdana pêdiviyên civakê ye. Pêwîstiya gelê Rojhilat di vê dema hesas de bi yekîtiyê heye, ne bi dijbertiya bi hev re. Gelo li pişt van êrişên li dijî PJAK'ê kîjan hêz û dewlet hene? Bi rastî çima hinek hêz naxwazin PJAK li Rojhilatê Kurdistanê û di Îrana pêşerojê de hebe? Kî van êrişan bi rêxistin dike û armanca wan çi ye?
 
Bi taybetî di warê têkoşîna çekdarî de pirsên cidî hene: Kîjan hêz, bi kîjan derfet û bi kîjan stratejiyê dikare li hemberî artêş û saziyên leşkerî yên Komara Îslamî bisekine? Piştî pevçûneke muhtemel, dê çi bike? Ji bo parastina gel, birêxistinkirina civakê û avakirina rêveberiyeke demokratîk çi plan hene? Di warê siyasî û civakî de jî, projeya wan ji bo pêşeroja Îranê û pêwendiya gelên wê çi ye? Hêza ku nikare di nava kampên Başûr de xwe biparêze, çawa behsa parastina gelên Rojhilat dike? 
 
Êrişên bêbingeh ên li dijî PJAK'ê dê bandorên xeternak li ser pêwendiyên navbera hêzên kurdî çêkin. Di demekê de ku gelê kurd pêdiviya wî bi yekîtî, hevfamkirin û hevkariya stratejîk heye, çêkirina atmosfereke dijminatiyê ya di navbera partiyan de wê tenê xizmeta berjewendiyên hêzên li dijî mafên gelê kurd bike. Pirs ev e: Kî ji vê rewşê sûdê werdigire? Dema hêzên kurdî li şûna danûstandin û hevkariya siyasî bi hev re mijûlî şerê propaganda û têkbirina hev dibin, dê kêşeya bingehîn a gelê kurd bê çareserî bimîne. Ger ev atmosfer bi zanebûn an bêzanebûn berdewam bibe, dikare rê li ber pevçûnek navxweyî veke. Ev yek dê ne tenê ji bo partiyên kurdî, lê ji bo tevahiya civaka Kurdistanê encamên giran bi xwe re bîne.
 
Ji ber vê yekê, divê bê pirsîn gelo armanca van êrişan tenê rexnekirina helwesteke siyasî ye yan jî hewlek e ji bo lawazkirina rola PJAK'ê di pêvajoya niha û ya pêşerojê de? Dema ku li şûna nîqaşa projeyan, kesayetî û helwestên siyasî dikevin ber hedefgirtinê, ev rewş nîşan dide ku mijar ji çarçoveya rexneya asayî derbas bûye. 
 
Em bawer dikin ku yekîtiya kurdî bi bêdengkirina cudahiyên nêrînê nayê avakirin. Yekîtiya rastîn di encama qebûlkirina cudahiyan, rêzgirtina ji bo vîna siyasî ya hevdu û pêkanîna hevkariya stratejîk de pêk tê. Ji bo vê yekê, pêwîst e hemû hêzên kurdî xwe ji hesabên teng ên partîzaniyê derbas bikin û berpirsiyariya xwe ya li hemberî pêşeroja gel bibînin.
 
Di vê qonaxê de, PJAK xwe li hemberî pêdiviya dîrokî ya avakirina Îraneke demokratîk, azad û pirneteweyî berpirsiyar dibîne. Entegrasyona demokratîk bersiva vê pêdiviyê ye. Ev ne tenê nêrîneke teorîk e, lê çarçoveyeke siyasî ye ji bo ku gelên Îranê bikaribin bi vîna xwe ya azad pêşeroja xwe diyar bikin.
 
Îro divê hêzên siyasî bersiva vê pirsê bidin: Em ji bo guhertina Îranê çi pêşkêş dikin? Ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk me çi amade kiriye? Û gelo em dixwazin di vê qonaxa dîrokî de bibin beşek ji çareseriyê yan jî bi nakokiyên hundirîn rê li ber dubarebûna krîzên berê vedikin?
 
AZADIYA WELAT / GELAWÊJ EWRÎN