ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2026'AN

  • 09:00 23 Mijdar 2026
  • Rojev
 
* Rojnameger Nîl Kahramanoglu û Reyhan Hacioglu dan zanîn ku zimanê serdest yê mêr yê çapemeniya alîgir, gumanbarên ku jinan qetil dike diparêze û jiyan û têkoşîna jinan nabîne. Nîl Kahramanoglu û Reyhan Hacioglu got hewce bi nûçegîhaniya ku jinê esas digire û veguherîna zîhniyetê heye. DÎMEN HEYE 
 
*Endama Malêngel Reyhan Tufekçî bandora tundiya aborî ya li ser jinan, ji jiyana xwe ku çawa mahkumê tundiya malê hatiye kirin wiha vegot: “21 salan li wê malê di wê cehnemê de min tundiya aborî, psîkolojîk û gotinî dît. Çawa min xwe rêxistin kir, ez li ser piyan sekinîm, ez ji wir derketim.” DÎMEN HEYE 
 
*Beriya 25’ê Mijdarê jinan balkişandin ser têkoşîna mêr, polîtîkayên şerê taybet û bêcezahiştinê û banga mezinkirina têkoşînê li jinan dikin. Jinan gotin divê mirinên bi guman bên ronîkirin, mekanîzmayên parastinê pêk bên û piştgiriya bi zimanê dayikê bê dayîn. DÎMEN HEYE 
 
*Fîlîz Acu da zanîn ku li Tirkiye û Kurdistanê di salekê de nêzî 500-600 jin ji aliyê serdestiya mêr ve tên qetilkirin û wiha got: “Heta ku di mijara tundiya li ser jinan de polîtîkayên ku mafên jinan diparêzin nekevin jiyanê wê tablo jî neguhere.”  DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Harîka Peker li ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî a jinan a li dijî tundiya mêr, polîtîkaya şerê taybet û bêcezahiştinê sekinî û got: “Bersiva herî xurt a jinan li dijî serdestiya mêr rêxistibûn û têkoşîna hevpar e." DÎMEN HEYE
 
*Jinên tevli çalakiya nobeta ji bo girtiyên nexweş ya li ber wezaretê hatiye destpêkirin bûn wiha gotin: “Ji bo girtiyên nexweş bên berdan hewce bi çend raporan heye?Ji bo cenaze dernekevin divê hîna çi bê kirin?”DÎMEN HEYE