Dayikên Aştiyê: Aqilê mêrsalar li Îranê tundiya li dijî jinan zêde dike
- 16:02 22 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya der barê 25’ê Mijdarê de banga wekheviya yasayî ya tam, lêkolînên serbixwe der barê sûcên li dijî rûmetê û vekirina cihên ewle ji bo jinên ku rastî tundiyê dibin kirin.
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek dan û bal kişandin ser binpêkirinên li ser jinên li çar aliyên cîhanê. Dayîkan ji bo xurtkirina parastina yasayî, civakî û misogerkirina mafên wan ên bingehîn bang kirin.
Dayîkên Aştiyê di daxuyaniyê de bal kişandin ser mafên jinan ê ji bo azadî, serxwebûn û biryardayînê û da zanîn ku berdewamiya sûcên kuştina jinan li Îranê ji ber yasayên cudakar, zîhniyeta mêrsalarî û xemsariya rayedaran e.
Tundiya li ser bingehê zayendê hê didome
Di daxuyaniyê de, kuştina xwişkên Mîrabel hat bibîrxistin û hat tekezkirin ku bi dehan salan piştî bûyerê, tundiya li ser bingeha zayendê hê jî berdewam dike dan zanîn ku kuştina bi hinceta ‘namûsê’ bûye kevneşopî û kesên ku van sûcan dikin, ji cezakirinê rizgar dibin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevlîbûna endamên malbatê bav, bira û hevjînên niha yan ên berê di pêkanîna hovane ya van sûcan de ku şewitandina bi zanabûn û gulebarankirinê digre nava xwe. Hat diyarkirin ku cudakariya pergalî, newekheviya yasayî û têkiliyên baviksalarî, sedemên berdewamiya vê diyardeyê.
Yasayên Komara Îslamê rexen kirin
Dayîkên Aştiyê yasayên Komara Îslamî rexne kirin û bal kişandin ser sînordariyên yasayî yên ku di warên malbat, zewac, hevberdan, mafê xwedîkirina zarokan û serxwebûna kesan li ser jinan hatine ferzkirin û weke faktoreke ku serdestî û tundiya li dijî jinan xurt dike, bi nav kir.
Bang hat kirin
Der barê nebûna stargehên ewle, navendên piştgiriya pispor, xizmetên hiqûqî û psîkolojîk ên serbixwe û derfetên aborî ji bo jinên ku neçar mane ji qadên tijî tundî derkevin, bal hat kişandin ku pêwîst e pêşî li kuştina jinan were girtin. Hat diyarkirin ku berpirsiyariya hikûmetê bi cezakirina piştî pêkhatina sûcan re bi sînor nîn e.







