Ligel xeteriya felçbûnê tahliyeya Pinar Tîkît tê astengkirin

  • 09:02 22 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Girtiya nexweş Pinar Tîkît ku ji ber kîstê Araknoîd yê di mêjiyê wê de di bin xeteriya felçbûnê de ye, tehliyeya wê cara 3’emîn hat taloqkirin. Parêzer Ebru Akkal da zanîn ku ji ber astengkirina tehliyeyê Pinar Tîkît nikare derman bibe û got: “Di astengkirina beriya vê de bêyî biryara bi hincet a dadgeriya înfazê bi awayekî dijhiqûqî tehliye hat taloqkirin û heta meha mijdarê girtî hate hiştin. Bi biryara nû jî heta Tebaxa 2027’an tehliye hat astengkirin.”
 
Pinar Tîkît ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, di lîsteya nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Pinar Tîkît ku ji sala 2014’an heta niha girtî ye, tehliyeya wê sê caran ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê (ÎGK) ve hat astengkirin.Derketibû holê  ku di biryara astengkirina tehliyeya 2’emîn de bêyî biryara bi hincet a Dadgeriya Înfazê bi awayekî dijhiqûqî tehliye hatiye astengkirin û serlêdanên îtîrazê jî hatibûn redkirin. Di 5’ê Midjarê de tehiyeya Pinar Tîkît dîsa bi 9 meh dem hat astengkirin. Pinar Tîkît ku di mêjiyê wê de kîstê Araknoîd heye û di bin xeteriya felçê de ye, mafê dermankirina wê tê astengkirin.
 
Parêzerê Pinar Tîkît, Ebru Akkal der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Bi xeteriya felçê re rû bi rû ye’
 
Ebru Akkal da zanîn ku Pinar Tîkît di lîsteya girtiyên nexweş de ye û got: “Ji ber kîstê araknoîd xeteriya ku felç bibe heye. Her wiha nexweşiyên wê yên jinan jî hene. Em nikarin bêjin ku xwe digihîne dermankirinê. Ji ber dermankirineke baş tune ye jî nexweşî didomin.”
 
‘Mafê jiyanê nayê parastin’
 
Ebru Akkal daxuyakirin ku girtiyên jin nikarin xwe bigihînin mafê dermankirinê û wiha anî ziman: “Di rewşa der barê tenduristiya Newroz Bozkurt derket holê de hat dîtin ku bi astengkirina mafê xwegîhandina dermankirinê, mafê jiyanê nayê parastin. Demên dirêj sewq nabin. Randevu bi demên dirêj tên sekinandin. Di navbera salek û 8 mehan de diguhere. Girtina randevuyan zhemet e. Bi hinceta kêmbûna xebatkaran  sewq tên betalkirin. Vê carê dîsa salek an 8 mehan tê dirêjkirin. Emar, tomografî, kolonoskopî û endoskopî di  tespîta nexweşiyan de girîng e. Lê nayên kirin. Ev hem ji bo Pinar hem ji bo girtiyên din derbasdar e.”
 
‘Sê caran tahliye hat astengkirin’
 
Ebru Akkal destnîşan kir ku tahliyeya Pinar Tîkît di 5’ê Mijdarê de cara sêyemîn hatiye astengkirin û wiha pê de çû: “Me nû biryar bihist. Em ê îtîraz bikin. Lê berê jî me îtîraz kiribûn, hatibûn redkirin. Me bi tu awayî encameke erênî negirt. Bêyî biryara bi hincet a dadgeriya înfazê li girtîgehê hat girtin. Lijneya Îdarî û Şopandinê ne merciya darazê ye. Wek merciya erêkirinê ya hiqûqî hatiye peywirdarkirin. Wan wek alava cezakirina duyemîn dibînin. Tu aliyên hiqûqî yên biryarên ÎGK’ê tune ye.Lê der barê rewşa baş a ne baş de nirxandinê dike. Divê dadgeriya înfazê biryara vê bide. Niha dîsa taloqî Tebaxa 2027’an kirin.  Em bang dikin ku divê demidlest dawî li van pêkanînan bê anîn.”