Li Kuçukçekmecê hevdîtina 25'ê Mijdarê
- 15:32 21 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Ji hêla Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA ve li Kuçukçekmeceyê hevdîtina jinan pêk hat. Di hevdîtinê de jinan banga tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kirin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan li avahiya DEM Partî ya navçeya Kuçukçekmecê bi dirûşma "Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” hevdîtina jinan organîze kir.
Gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn û di hevdîtinê de têkildarê têkoşîna jinan û dîroka 25'ê Mijdarê de sînevîzyonek hat nîşandan. Dû re jî jinan têkildarê cureyên şîdetê û parastina li hemberî şîdetê tecrûbeyên xwe parvekirin.
Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Antîke Tarhan di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê. Antîke Tarhan di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku bila tevlî çalakiyan bibin.







