Dayikên tevli çalakiya nobetê bûn: Demildest girtiyan berdin

  • 09:05 21 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Dayikên ji Stenbolê tevli çalakiya nobeta li ber Wezareta Dadê hatiye destpêkirin bûn wiha gotin: "Hewcedariya girtiyên nexweş bi refakatê bidermanan heye. Heta ku Newrozê, Evînê û hemû girtiyan bernedin em ji vir naçin."
 
Bi daxwaza tahliyekirina di serî de girtiya nexweşa pençeşêrê Evîn Zapsu û Newroz Bozkurt ya li Nexweşxaneya Bajar a Etlîkê dermankirina losemiyê dibîne û 58 girtiyên nexweş ên giran li pêşiya Wezareta Edaletê çalakiyeke rûniştinê yê bêdeng destpê kir. Nobeta bi banga Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), hat destpêkirin her roj wê li ber Wezaretê navbera 14.00 û 16.00'an da bidome.
 
Dayikên ji Stenbolê tevli çalakiya nobetê bûn ji ajansa me re axivin.
 
'Tu  kes nikare zarokên me tehdîd bikin'
 
Dayika girtî Mizgîn Akman, Fînce Akma ya ji Stenbolê tevli çalakiyê bû diyar kir ku di serî de ji bo girtî Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu û hemû girtiyên nexweş tevli çalakiyê bûne. 
 
Fînce Akman wiha got: "Nahêlin Newroz Bozkurt bi dayika xwe re hevdîtinê bike. Her malbat israr bike tehdîda wê dîsa bibin koxuşa girtiyan a nexweşxaneyê, dikin. Kes nikare zarokên me tehdîd bikin'. Du zarokên min girtîne. Kezeba dayikan dişewite. Rengê rondikên dayika tuneye. Ev şermeke mezin e. Girtiyên nexweş ji bo dermankirinê bernadin. Em li ber Wezaretê ne lê kes me nabîne."
 
'Dewletê çavên xwe girtiye'
 
Fînce Akman bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka demokratik û ev tişt anî ziman: "Dibêjin pêvajo heye. Wê demê dewlet çima tiştekî nake? Hûn li bendê çi ne? Raste niha şer û mirin tunene. Lê ji girtîgehan cenaze derdikevin. Em vê qebûl nakin. Ev 3 roj in em li vir in. Dewletê çavên xwe girtiye."
 
'Heta girtî neyên berdan em  ji vir naçin'
 
Fînce Akman wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hewcedariya girtiyên nexweş bi refakatê bidermanan heye. Heta ku Newrozê, Evînê û hemû girtiyan bernedin em ji vir naçin."
 
'Divê ji girtiyan dest pê bikin'
 
 Dayika Aştiyê Zeynep Çallihan ku ji Stenbolê tevli çalakiyê bû wiha got: "Em ji bo Newrozê li vir in. Divê Newroz demildest bê berdan. Bila li cem malbata wê bê dermankirinê. Nexweşa pençeşêrê ye. Di katê bodrumê de tê dermankirin. Em vê qebûl nakin. Divê demildest bê berdan. Ger ku pêvajoyek hebe divê ewil ji girtiyan dest pê bikin."