Li Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng hat vekirin
- 18:20 20 Mijdar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê li gorî pêdiviyên jinan Navenda Bêhnvedanê ya Jinan a Bişeng li taxa Yafesê vekir.
Merasîma vekirina Navenda Bêhnvedanê ya Jinan a Bişeng ku ji hêla Şaredariya Cîzrê ve li gorî hewcedarî û pêşniyarên jinên navçeya Cîzrê ya Şirnexê hatiye pêkanîn, li taxa Yafesê hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Hevşaredara Cîzrê Guler Yerbasan di merasîmê de axivî û got: "Wekî Şaredariya Cîzrê, em ji bo jinan navendek bêhnvedanê vedikin. Armanca me ew e ku em cîhek biafirînin ku jinên ku ji gund û navçeyên din ji bo serdanên nexweşxaneyan tên navçeya me, bikaribin bêhna xwe vedin û pêdiviyên xwe bicîh bînin."
Piştî axaftinê, Navenda Bêhnvedanê ya Jinan a Bişeng bi beşdariya jinan bi fermî hat vekirin.







