Platforma Yekîtiya Neteweyî ya jinên her çar parçeyên Kurdistanê destpê kir

  • 11:47 20 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê destpê kir. Di civînê de pirsgirêkên jinan, geşedanên dawî yên siyasî yên li herêmê û amadekariyên ji bo lidarxistina Sêyemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd tên gotûbêjkirin.
 
Li Silêmaniyê civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên jinên her çar parçeyên Kurdistanê, kesayetên siyasî, çalakvan û nûnerên rêxistinên jinan destpê kir.
 
Armanca sereke ya vê civîna ku ji aliyê Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ve hatiye organîzekirin, gotûbêjkirin û parvekirina nêrînên derbarê pirsgirêkên jinan, geşedanên dawî û rewşa siyasî ya herêmê de ye. Her wiha xebata ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd û amadekariyên Sêyemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd mijarên bingehînin.
 
Di destpêka civînê de Şîrîn Tahir axaftina vekirinê ya civîna salane ya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd û platforma giştî kir. Şîrîn Tahir diyar kir ku civîna îro ji bo kar û xebatên wan ên pêşerojê qonaxeke girîng û çarenûssaze.
 
Şîrîn Tahir destnîşan kir ku ew ê di civînê de li ser sê mijarên sereke û stratejîk rawestin; ew jî nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û Kurdistanê û bandora guhertinan li ser mafên jinan, nirxandina rexneyî ya kar û têkoşîna dema borî, her wiha plansazî û amadekariya ji bo lidarxistina Sêyemîn Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi armanca nûbûn û yekxistina zêdetir a hêz û şiyana jinên Kurd di hemû qadan de ne.
 
Rojeva civînê ji sê mijarên bingehîn pêk tê:
 
•Mijara yekem: Nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û Kurdistanê û bandora wan li ser maf û pêgeha jinan, bi armanca avakirina helwesteke neteweyî ya hevbeş.
 
•Mijara duyem: Nirxandina rexneyî ya kar û xebatên dema borî û sûdwergirtina ji ezmûnan ji bo têkoşîna pêşerojê.
 
•Mijara sêyem: Danîna nexşerê û mekanîzmayên pratîkî yên amadekariyê ji bo lidarxistina Sêyemîn Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd, bi armanca nûbûna rêxistinî û yekxistina hêza jinan.