Li Rojava jinan panel li dar xistin
- 15:37 19 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi alîkariya saziyên civakî yên jinan panelek bi sernavê "Zagonên dadperwer ji bo jinan ewletir" li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi rêxistin kir.
Panel bi sernavê "Zagonên dadperwer ji bo jinan ewletir" li navenda Saziya Xizmetguzariyê ya Civakî û Pêşxistina Jinan a bajarê Hesekê hate lidarxistin û gelek çalakvan beşdarî panelê bûn.
Di panelê de tundiya li ser jinan ji aliyê qanûnî û civakî ve hate nirxandin. Rêvebera Saziya Xizmetguzarî û Pêşxistina Jinan Nûra Mûsa di destpêka panelê de axivî û got: "Tundiya li ser jinan ne pirsgirêkeke tenê girêdayî jinan e. Ew pirsgirêkeke mirovî û civakî ye. Bandorê li malbat, hevgirtina civakî û siberoja neslan dike. Wekheviya jin û mêr divê ne tenê di axaftinê de bimîne û têkeve meriyetê de. Nesil li ser hişmendiya zayendperest radibin û ev çandeke şaş e. Ji bo em li dijî tundiyê têbikoşin divê malbat, saziyên perwerdeyê û civak bibe alîkar û çanda diyalokê pêşbixînin. Her wiha dezgehên çapemeniyê û saziyên çandî jî divê berpirsyar nêz bibin. Di aliyê qanûnî de rolê civaka sivîl û aliyên fermî jî heye. Divê mekanîzemeyên parastina jinan ji tundiyê bê dayîn."
Her wiha rêvebera Saziya Sara Reşa Derwîş axivî û bal kişand ser aliyê qanûnî yê pirsgirêkê û got: "Ne tenê di aliyê fîzîkî û psîkolojîk tadê li jinan dikin her wiha rêxistinên qanûnî û siyasî jinan ji mafên wan mehrûm dikin û ji bo jin bigihêjin edaletê û navendên biryarê, dibin asteng."
Reşa Derwîş bal kişand ser qanûnên navneteweyî mîna Peymana Sîdawê, Danezana Mafên Mirovan, Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî, Danezana li ser Jiholêrakirina Tundiya li dijî Jinan û biryara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya li ser jinan, aştî û ewlehiyê. Her wiha anî ziman ku li Sûriyeyê ji ber guhertinên siyasî û dadwerî gelek zehmetî dibînin û got divê dad ser bi xwe be û garantiya parastina mafên mirovan bê dayîn.
Di panelê de rapora Neteweyên Yekbûyî ya sala 2025`an pêşkêş kirin û di raporê de hatibû gotin ku li cîhanê nêzî 50 hezar jin hatine kuştin. Anku di rojê de nêzî 137 jin hatine kuştin û ji sedî 60 bi destê endamên malbatê yan jî hevjînê xwe hatine kuştin.
Saziya Sara jî 85 bûyerên tundiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belge kirine. Li gorî belgekirina wan 21 jinan hewl daye ku dawî li jiyana xwe bîne, 20 jinan dawî li jiyana xwe aniye, 15 jin hatine kuştin, destdirêjî li 11 jinan hatiye kirin, tundî li 10 jinan hatiye kirin û bi rêya medyaya dijîtal destdirêjî li 8 jinan hatiye kirin.
Her wiha di panelê de sînevizyonek li ser cureyên tundiya li ser jinan hate pêşkêşkirin û di dawiya panelê de encamname hate xwendin.
Encamname wiha ye:
“- Divê qanûnên zayendperestî tê de heye werin sererastkirin û jin û mêr wekhev bin.
- Pêwîst e li dijî tundiya malbatî, zayendî û kuştina jinan qanûn derkevin.
- Li Sûriyeyê dad serbixwe be û mekanîzmayên cezakirina tewanbaran bêne çalakirin.
- Bê ku cudahiyê bixin navbera jin û mêran û astengiyên civakî û aborî, jin bigihêjin edaletê.
- Rêjeya nûnertiya jinan li saziyên siyasî, dadê, îdarî û navendên biryarê were bilindkirin.
- Rêxistinên jinan bi hiqûqî cihê xwe di nivîsandina destûra Sûriyeyê de bigirin.
- Li gorî biryara 1325`an divê garantî bê dayîn ku jin tev li diyaloga siyasî, dan û standinên aştiyê bibin.
- Çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan bêne parastin û mekanîzmayên pêkanîna peymanên navneteweyî bişopînin, bêne çalakirin.
- Çanda wekheviya di navbera jin û mêran de bikeve materyal û xebatên perwerdeyê.
- Nirxdayîna rêzdariya ji jinan re û qebûlnekirina tundiya malbatî.
- Piştgirîdayîna serxwebûna jinan û divê jin biryarên xwe bidin.
- Jinan teşwîq bikin ku li hember tundî û destdirêjiya li ser medyaya dijîtal tê bikoşin.
- Mêr û xort jî tev li bernameya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bibin.”







