Ji bo girtiya nexweş Newroz Bozkurt kampanya
- 20:24 17 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Girtiya nexweş Newroz Bozkurt ku di 14ê Mijdarê vir de li nexweşxaneyê tê dermankirin rewşa wê ya xeternek didome. Ji bo Newroz Bozkurt kampanyaya tagê li ser Xê hat destpêkirin.
Girtiya nexweş Newroz Bozkurt a ku Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin 14ê Mijdarê roja Şemiyê ji ber nirxên wê yê xwînê ketiye û rewşa wê giran bûye rakirine nexweşxaneyê û rewşa wê ya xeternek didome. Newroz Bozkurt a ku 28 sal in girtî ye nexweşiya wê ya Lenfositik Losemî ya Kronîk jî heye. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikum Xwaran re (TUHAD-FED) ji bo Newroz Bozkurt a ku li Nexweşxaneya Etlîkê ya Enqereyê tê dermankirin li ser Xê kampanyaya tagê dan destpêkirin.
Ji bo kampanyayê bang li raya giştî hat kirin ku ji bo balê bikşînin ser rewşa Newroz Bozkurt li ser Xê bi hestega #NewrozBozkurtSerbestBırakılsın parvekirinan bikin û piştgiriya kampanyayê bikin.







