ROJEVA 17'YÊ MIJDARA 2026'AN
- 09:00 17 Mijdar 2026
- Rojev
* Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re, jinên ku banga mezinkirina têkoşînê ya li dijî şîdeta serdest a mêran, kuştina jinan û polîtîkayên bêcezatiyê dikin, girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya ji bo jiyaneke wekhev û azad tekez dikin û hemû jinan vedixwînin ku li qadên giştî bicivin. DÎMEN HEYE
* Endama Meclisa DEM Partiyê Arzu Fırat, helwesta dewletê ya ku astengiyên di pêvajoya aştiyê de bar dike ser milê aliyê din û diyar kir ku paşxistina garantiyên qanûnî ji bo demeke nediyar, dibe sedema bêbaweriyê Arzû Firta destnîşan kir ku divê dewlet ji bo pêşxistina pêvajoya demokratîkbûnê, bi lez gavên qanûnî biavêje. DÎMEN HEYE
* Parêzer Gulan Çagin Kalelî polîtîkayên bêcezatiyê bi rêya dozên Gulistan Doku û Îpek Er nirxand û diyar kir ku bi saya israra malbatan û çapemeniyê lêpirsîn di rojeva raya giştî de ma û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya jinan a li dijî şîdeta mêran. BI DÎMEN







