ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2026'AN

  • 09:00 4 Mijdar 2026
  • Rojev
 
* Li Colemêrgê jinên DBP’yî, diyar kirin ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji aliyê PKK’ê ve gav hatine avêtin û divê li dijî vê dewlet jî gavan bavêje û gotin: “Ev pêvajo ne pêvajoya temaşe bike ye. Ev pêvajoya tevli bibe, biguhere ye.”
 
* Fîlîz Olca diyar kir ku çêkirina sabuna bittimê zehmete û got: “Carnan em çar kes di sîtilê de lihev dixînin. Karekî zehmete lê ji ber em hîn bûne ji bo me xweş e.” BI DÎMEN
 
*Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş û Hevseroka Şaredariya Cîzreyê Guler Tunç di bersiva rapora kontrolkirina Şaredariya Bajarê Mezin a 2025'an a Dadgeha Muhasebeyê de ku sîstema hevserokatiyê hedef girtibû, diyar kirin ku hevserokatî destkeftiyek têkoşîna jinan e û gotin, "Hevserokatî li dijî zîhniyeteke yekreng li ser temsîliyeta wekhev hatiye avakirin." DÎMEN HEYE