Derbarê rojnamevan Rabia Onver de doz hat vekirin
- 16:02 3 Mijdar 2026
- Hiqûq
COLEMÊRG - Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê îdîanameyek li dijî rojnamevan Rabia Onver amade kir û wekî sedem parvekirinên wê yên li ser hesabê wê yê medyaya dîjîtal nîşan da.
Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê lêpirsîna xwe ya li ser nûçegihana me Rabia Onver a li ser hesabê X'ê temam kir. Di îdianameya 21'ê Cotmeha 2026'an de, dozgeriyê xwest ku Rabia Onver bi sûcê "propagandaya rêxistinê" were cezakirin. Îdîaname ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Geverê ve hate qebûlkirin û rûniştina yekem dê di 16'ê Mijdarê de were lidarxistin.
Di îdianameyê de şeş parvekirinên Rabia Onver ên di Tebax û Îlona 2026'an de hatine kirin hatine destnîşankirin.







