Dayikên Aştiyê serdana Koma MHP'ê kir
- 15:27 3 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Heyeta Meclisa Dayikên Aştiyê li Meclisê serdana partiyên siyasî didomînin. Heyeta Dayikên Aştiyê serdana Koma MHP'ê kir û bi Serokwekîla Koma MHPê Fîlîz Kiliç re rûniştin û daxwazên xwe anîn ziman.
Meclisa Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Enqereyê ne serdana partiyên siyasî didomînin. Heyeta Dayikên Aştiyê ku ji Nuran Seçkîn, Emîne Eren, Afîfe Kartal û Meryem Korkmaz pêk tê piştî serdana Koma Yenî Yolê serdana Koma MHPê kir. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamenterên DEM Partiyê bi dayikan re serdana partiyan dikin.
Dayikên Aştiyê li Koma MHP'ê bi Serokwekîla MHP'ê Fîlîz Kiliç re hevdîtin pêk anî û daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman. Serdana Dayikên Aştiyê ya partiyên siyasî berdewam dike.







