TJA: Em ê 25'ê Mijdarê bi hêrsa mezin dibe bi rêxistin bikin
- 13:30 2 Mijdar 2026
- Rojane
MÊRDÎN – TJA'yê li ber avahiya şaredariya kevin a Mêrdînê deklarasyona xwe ya ji bo 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jİnan eşkere kir. Di deklarasyonê de, ku bi dirûşma "Bi hêza xwe û îradeya azad, niha dema jinan e" hat dayîn, bang li jinan hat kirin ku têkoşînê xurt bikin û civatek demokratîk a azadiya jinan ava bikin û hat gotin, "Em ê 25'ê Mijdarê bi hêvî, lê di heman demê de bi hêrsa mezin jî, birêxistin bikin."
Di dewamiya deklerasyonê de wiha hat gotin:
"Wek TJA'yê; em dixwazin destpêka deklarasyona xwe ya derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, di kesayeta xwişkên Mirabel de hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de hatine qetilkirin û bi tundiya mêr/dewletê hatine kuştin bi rêz û minnet bibîr bînin.
Weke jinên ku tê xwestin werin kuştin, girtin, kirin malê bazarê; lê ji bo bedewkirina jiyanê, civakîkirina aştiyê û pêkanîna edaletê têkoşînê dikin, em îsal jî 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û bi berxwedana xwe ya birûmet pêşwazî dikin. Bi têkoşîna xwe ya azadiyê ku hinceta hebûna me ye, em ê ji her rojên salê zêdetir bi hêrseke mezin û biryardariyeke di cihtir de, li qadan bin.
Em di têkoşîna xwe ya li hember politîkayên tundî û qirkirinê yên pergala mêrparêz de ji her demê zêdetir bi îdîa û biryardar in. Ji ber ku em bawer dikin avakirina civaka demokratîk û aştiyê, garantiya pêkanîna daxwaza jinan a ji bo jiyana bê tundî ye. Li ser vê bingehê, em hevaltiya bi jinan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û di her kêliya vê pêvajoyê de nîşan dayî nas dikin, xwedî lê derdikevin û bi rêzdarî silav dikin. Em soza têkoşînê didin ku civaka demokratîk dê bi pêşengiya jinên sosyalîst û bi Rêbertiya Azad re bê avakirin.
Bêguman em dizanin;
Pêwendiya wekhev, adil û xwedî lihevhatinê ku bi hezaran salan di navbera jin û mêr de dewam kiribû, ji bo mêran û lê li dijî jinan hat guhartin. Tundî, destdirêjî û çanda girtinê ya ku pêş ket, bû çavkaniya pirsgirêkên civakî jî. Mêraniya ku hatî ava kirin, hişmendiyeke mêrên kujer ê kovî jî ava kir. Vî kujerî bi awayekî kastîk xwe saziyî kir; bi politîkayên xwe xwest jinan ji jiyanê qut bike. Ev hemû di encama bêtehamûliya pergala mêrparêz a li hember hebûna jinan de derketin holê. Senaryoya ku li cîhanê rojek bê cenazeyê jinan derbas nabe, tenê bi pozîsyona xurtkirî ya mêraniya ku veguheriye kujerekî kastîk dikare were îfadekirin. Ev kujer ji hundirê malên me heta saziyên herî mezin her roj xwe bi rêxistin kir û rêxistinkirina xwe hê jî didomîne.
Aqilê dewletê ku zemîna îdeolojîk a kuştina jinan bi hemû saziyên xwe ava dike û kujeran bêceza dihêle, hêza xwe herî zêde ji malbatên ku afirandiye digire. Aqilê dewletê yê ku zextê dike, qedexe dike û ceza dike, di nav malbatê de weke bav, bira, xal, ap û hevjîn derdikeve holê. Tundiya nav malê bi hinceta qada taybet tê xwestin ku ji qada têkoşînê were derxistin. Em jinên ku di têkoşîna azadiyê de bi biryar in, em dixwazin ku malbat jî weke her saziyek civakî demokratîkbûnê esas bigire, ne çavkaniya tundiyê lê bibe çavkaniya aştiyê. Em bawer dikin ku aştiyeke rastîn a civakî tenê di cîhaneke bê tundî de, bi têkoşîna hevpar a her du cinsan de û bi dawîbûna neheqiyê pêk tê.
Lê belê, aqilê netew-dewletê mîna avahiya malbatê, di darazê de jî di qirkirina jinan de bi îsrar e. Me ev yek di doza Gulistan Doku de dît; kuştina jinê ya ku hat sergirtin bi hemû derfetên dewletê hat kirin, ji bo ku aqûbeta Gulistan were jibîrkirin hemû saziyên dewletê yên li Dêrsimê bi awayekî organîzekirî cinayet pêk anîn.
Me di dosyaya Rojin Kabaiş de dît; mirina wê ya biguman hê jî nehatiye ronîkirin, gava mijar kuştinên jinan be mekanîzmayên edaletê hêdî tevgeriyan. Bi biryarên daraza mêrparêz cezayên mîna xelatê dan kujeran. Musa Orhan ê ku destdirêjî li Îpek Er kir û bû sedema întixarkirina wê, di rojên borî de ji sûcê birêvebirina întixarê beraat kir. Di doza jina ciwan a li Sêwregê ku hatibû revandin û dihat xwestin bi darê zorê were zewicandin de, heyeta dadgehê bi gotin û helwestên xwe yên ku kiryarê diparêze û jina ciwan sûcdar dike, careke din aliyê xwe diyar kir.
Li pişt hemû mirinên jinan de pergala mêrparêz û parêzvanên wê hene. Li paş her mirina ku wekî 'întixar' an 'biguman' tê qeydkirin, mêrek an gelek mêr derdikevin. Me ev di doza Semiha Sozer a ku li Yalovayê hatî qetilkirin de dît; di cinayeta ku ji aliyê hevjînê wê ve ji zinar hat xwarê avêtin û navê 'qeza' yê lê hatkirin de, bi têkoşîna jinan hat îspatkirin ku kujer hevjînê wê ye.
Emine Kurt a ku îsal li Rihayê hat qetilkirin, di peyikên balkonê de girêdayî hat dîtin. Cinayeta ku pêşî jê re hatibû gotin întixar e, derket holê ku ji aliyê hevjînê wê ve hatiye kirin û wek întixarê hatiye nîşandin. Dadgehên ku divê ji bo ronîkirina mirina jinan bixebitin, ji bo paqijkirina faîl(an) dixebitin.
Îstatîstîkên îro jî nîşan didin ku ji hemû şerên li cîhanê zêdetir windahî bi cinayetên jinan pêk tên. Li cîhanê her roj herî kêm 180 jin tên qetilkirin, her sal nêzîkî sed hezar jin bi tundiya mêr tên kuştin. Ji her sê jinan yek, rastî tundiya fîzîkî, ji her du jinan yek jî di tevahiya jiyana xwe de rastî tundiya derûnî tê. Revandina jin û zarokan her roj zêdetir dibe, tê zanîn ku zêdetirî çil mîlyon zarok û jin ber bi fuhûşê ve tên kişandin. Jin li erdnîgariyên cuda yên cîhanê tên revandin, li hin welatan bi darê zorê tên zewicandin, li hin welatan mîna koleyan tên xebitandin û li hin welatan jî ji bo karsaziyên mîna porno û fuhûşê bedena wan tê firotin. Ev şerê bê nav ê li dijî jinan, her roj li her derê cîhanê berdewam dike!
Em dibêjin ku; çiqas zêde jin tên qetilkirin û rastî tundiyê tên, ewqas dijminatiya li dijî jinan heye. Ev dijminatiya li djî jinê, dijminatiya li hember zanîn, exlaq, edalet û aştiya civakî bi xwe ye. Lê belê em dizanin ku nasnameya jinê ya ku ramana wê, axaftina wê, cilwergirtina wê û birêveçûna wê hatî qedexekirin, di serdemeke dirêj a dîroka mirovahiyê de bi zanabûn, şiyana birêvebirinê û edaleta xwe di kesayetiya civakê de gihiştiye rêzdariyê.
Îro yek ji sedemên bingehîn ên ku Rojhilata Navîn di tariyê de mayî, girtina jinan e; jin a ku rojekê pêşengî ji sîstema baweriyê ya li ser bingeha bereket, aştî û lihevhatina bi xwezayê re dikir, ji vê baweriyê hat qutkirin û derveyî civakê hat hiştin. Pergal di vê erdnîgariyê de ne tenê jin girtin; ji zewicandina zarokên keç ên temenbiçûk bigire heta ku jin dê li ku devere û çiqas di nav jiyanê de bisekinin, bi rêgezên ku mêran diyar kirine hebûna xwe domandiye.
Bi sedan jinên kurd ku nerazîbûn nîşan didin, ji bo azadî û wekheviya jinan têkoşînê dikin û siyasetê hildiberînin, îro di girtîgehên Tirkiyeyê de bi cezayên bi salan tên girtin; di girtîgehên Îranê de di kesayetiya Pexşan Ezîzî, Şerife Muhammed û Werîşe Muradî de biryarên darvekirinê yên ku hatine danîn, îspata van politîkayan e. Dîsa girtiyên jin ên edlî ku di zemîna feqîrî, cudakarî û neheqiyê de ber bi sûc ve hatine kişandin; weke encama heman politîkayên qirkirina jinan di girtîgehan de tên girtin, li hember tecawiz û tacîz û muameleya xirab bêparastin tên hiştin.
Hişmendiya ku dixwaze jinê bi tundiya fîzîkî bêîrade bike, êdî bi zanistiya bijîşkî ya ku ji jinên ku demêkê şifadar bûn hatî dizîn, pileya qirkirina jinê digehîne sînorên ji aqil dûr. Hewldana şekildana bedena jinê bi operasyonên bijîşkî nîşan dide ku ev politîkayên rojane yên qirkirina jinê ne û divê em li dijî van politîkayên nû yên qirkirinê têkoşînê bikin. Em dizanin ku hewldana kapitalîst modernîteyê ya bi moda bedewî û têgîna bedena îdeal ku jinê ji porê heta neynûkê bi her cûre pêkhateyên kîmyewî dike amûrê bazarê, ji hişmendiya mêrparêz neyê veqetandin. Bi van politîkayan dixwazin ne tenê bedena jinê, raman, hest û manewiyata wê jî tune bikin, di bin navê bedewiyê de rastiya jinê ya ku her pişkek wê bûye malê bazarê biafirînin.
Em dizanin ku; politîkayên şerê taybet ku li Kurdistanê bi salan e bi awayekî sîstematîk tên meşandin, îro jî berdewam dikin. Dixwazin ku zarok û jinên ciwan ji çand, dîrok û reseniya xwe qut bikin û ber bi jiyaneke xerabûyî ve bikişînin. Bi rêzefîlman, medyaya dîjîtal û çanda xerckirinê zarok û ciwanên hatine astekê ku dikarin mirov û jinan bikujin ber bi hişbir û fuhûşê ve tên kişandin; anîna van tiştan heta nav mal û kolanên me qet ne tesadûf e. Têkiliya jin-zarok a ku yekem civakîbûn pê re hatibû avakirin, di van politîkayan de ku bikaranîna hişbirê daketiye temenê pênc saliyê û jiyana mîlyonan zarok û ciwanan pê re tê lîstin, tê xwestin ku were tunekirin. Ev ji bo me jinan hewldana qetilkirina civakê û qirkirina civakî ye.
Divê bê zanîn ku di siruşta Kurdistanê de bi qirkirina ekolojîk ku ji aliyê sermaye û dewlet-neteweyê ve bi politîkayên şerê taybet tê meşandin, qirkirina civakî kûr dibe. Bi eko-qirkirinê, em jin dixwazin ji qadên jiyana xwezayî û hilberînê bên qutkirin. Tê xwestin ku tu mekanên me yên ku em ê bi azadî tê de bijîn, hilberînin, çanda xwe berdewam bikin, nemînin. Lê belê weke TJA'yê em di jiyana ekolojîk de bi israr in; em ê gund, kolan, tax, çem û çiyayên xwe mîna bajarên xwe bi hişmendiya ekolojîk biparêzin û qadên jiyana nû bi vê hişmendiyê ava bikin.
Astengkirina zimanê dayikê a bi politîkayên qedexeker di pratîk û fermiyetê de, xurtkirina qirkirina civakî û qirkirina jinan bixwe ye. Hewldana avakirina jina ku nikare siyasetê bi zimanê xwe yê dayikê hilberîne, parastina xwe bi zimanê xwe bike, helbest û romana xwe bi zimanê xwe binivîsîne, hewldana qirkirina gel e di kesayeta jinan de ye. Bi vê hişmendiyê, em dengê xwe li dijî tundiya li ser jinê herî zêde bi zimanê xwe yê dayikê bilind dikin û dibêjin: “Li Dijî Tundiyê Niha Dema Jinê Ye”.
Jin a ku di dîroka mirovahiyê de bi bereket û belavkirina adilane dihat nasîn îro muxtacî nan hatiye kirin.Feqîriya kûr a jinê wek yek ji politîkayên herî kûr ên hişmendiya mêrparêz berdewam dike. Jin hem ji jiyanê hem jî ji qadên hilberînê tên derxistin; ked a ku di hundir û derveyî malê de derdixin holê nayê dîtin û bêqîmet tê kirin. Lê belê li hember vê jî em bêçare nîn in û nebûn. Em dizanin ku li hember pergala kapitalîst û mêrparêz a ku dixwaze me jinan ji civakê, civakê jî ji hilberîn û nirxên komunal qut bike de, rêyeke me ya din ji xeynî mezinkirina têkoşîna jinê ya rêxistinkirî tune ye. Li hember politîkayên kapitalîst modernîteyê, dewlet-neteweyê û mêrê serdest, em ê jiyaneke nû û civaka demokratîk ava bikin. Têkoşîna me ya rêxistinkirî dê bibe xweparistina me ya herî mezin.
Weke jinên kurd di erdnîgariya qedîm a Kurdistanê de, me her dem formûlên domandina jiyanê bi hev re afirandin, li hember êşên hevpar me her dem xwe ji nû ve ava kir. Me formûlên têrbûna hevpar, hilberîna hevpar û berxwedana hevpar ji reha jiyana komunal girtin. Îro jî tevî hemû politîkayên tundiyê em li ser wan rehan bilind dibin. Avakirina jiyana komunal a demokratîk berdewam dike ku bibe yek ji hincetên me yên herî mezin ên têkoşînê. Bi afrîneriyên xwe yên dîrokî û civakî, li ser bingeha jineolojiyê ji nû ve civîyan; li hember tundiyê bi hêza xweser, îradeya azad û xwebirêxistina jinê, di hest, wate û jiyanê de bi rêxistinkirina komunalîteyê em ê vê xeleka tundiyê bişkînin.
Êrîşa pergala mêrparêz a li ser Tevgera Jinên Azad bi politîkayên xwe yên dijminên jinan, paşverû, neteweperest, olperest; bi saziyên xwe; bi hemû amûrên teknolojîk, dîjîtal û medyayê, nikare mi ji hevdû dûr bi xwe û têkoşîna piştaveniya di navbera me jinan de qut bike. Li ku deverê bin jî, em kujer û hişmendiya wî nas dikin û gavêkê jî paş de naavêjin.
Ji bo jiyaneke birûmet, paşerojeke azad û cîhaneke bê tundî, em ê vê 25’ê Mijdarê jî bi hêvî lê bi hêrseke mezin rêxistin bikin. Em hemû jinan vedixwînin ku mal bi mal, kolan bi kolan li qadan bin, heta ku em pergala mêrparêz hilweşînin û civaka demokratîk a jinparêz ava bikin têkoşînê bikin."







