ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2026'AN
- 09:00 2 Mijdar 2026
- Rojev
* Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Riham Hico têkildarî pêngava entegrasyona demokratîk wiha got: "Heta niha tifaqên ku dihatin kirin bi hêzan û derdoran re bûn. Bi civaka êzidî re tifaqî nehatin kirin. Tifaqa ku li Çiyayê Şengalê hat kirin, bi dayik, şervan, siyasetmedar û nûneran hat kirin, cihekî keyfxweşiyê ye. Têkoşîneke demdirêj û nû dest pê dike." DÎMEN HEYE
*Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Sîmge Yardim da zanîn ku butçeya ji bo şer re hatiye zêdekirin û hewcedariyên esas yên perwerdehiyê nayên dîtin û got: “Divê butçe ne ji tarîkat, cemat û sermayê re divê ji zarok û dibistanan re bê veqetandin.” DÎMEN HEYE
*Ekolojîstên ku piştgirî dan gelê Arzoxliyê ku li dijî projeya GES’ê li berxwe didin, diyar kirin ku herêma proje lê tê plankirin qada sît a dîrokî ye û di demek nêz de gelek bermahiyên dîrokî lê hatine dîtin. Ekolojistan diyar kirin ku mîrateya çandî ya herêmî di bin xetereya tunebûnê de ye.
DÎMEN HEYE
*Cîgira Hevserokatiya Ji Komîsyona Gel û Baweriya Berpirs Yuksel Mutlu da zanîn ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve divê gavên demokratîk bên avêtin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û welatibûna wekhev bikeve bin ewlehiyê. Yuksel Mutlu bang kir ku divê jin bibin kirdeya damezrîner a aştiyê. DÎMEN HEYE
*Sebahat Tuncel bal kişand ser konferansa “Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin” û got: "Me xwest em li ser pêşerojeke çawa dixwazin biaxivin. Konferans xalek destpêkê bû ku armanc dike têkoşînên jinan ên cûda bike yek." BI DÎMEN







