Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan
- 14:58 1 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyayê, kampa xwe ya perwerdeyê ya kevneşop îsal jî bi bernameyeke ji 5 rojan lidar xist.
Di kampa perwerdeyê de ku salên dawî gelek caran hate lidarxistin, îsal dayik, jin ên ciwan û zarok gihand hev.
Di bernameya kampê de bi taybetî ev sernav derketin pêş:
Di çarçoveya perspektîfa pêvajoya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo de têgîna entegrasyonê û rola jinan a di pêvajoyê de, cûre û pênaseya tundiya li hemberî jinê, têkiliya dayik-zarok, psîkolojiya koçberiyê ya jinên Kurd û bandora wê li qada civakî, bandora medya dîjîtal li ser ciwanan.
Di kampê de ku pênc rojan dewam kir, di çarçoveya perspektîfa civaka demokratîk de têgîna entegrasyonê û rola jinan a di pêvajoyê de hate nîqaşkirin.
Balkêş bû ku perwerde bi giranî ji aliyê jin ên ciwan ve hate dayin. Li dû dersan jin beşdarî atolyeyan bûn û nêrîn û tecrûbeyên xwe parve kirin. Kombûna jinan ji nifşên cuda ji aliyê vegotina tecrûbeyan û nîqaşên hevpar ve zemîneke girîng ava kir.
Di çarçoveya kampê de ji bo zarokan çalakiyeke taybet hate lidarxistin û ger û geşta li xwezayê pêk hat.







