ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2026'AN
- 09:00 1 Mijdar 2026
- Rojev
* Esnafên Semsûrê diyar kirin ku krîza aborî bandor li her qada jiyana wan dike û gotin: “Aliyê herî giran yê krîzê eve ku em her tim bixebitin. Li şûna rewşa welat baş bibe hîn bêtir xera dibe, bandor li ser psîkolojiya me dike.” BI DÎMEN
*Pispora Nexweşiyên Jinan û Welidînê Ebru Kîrazoglu da zanîn ku gelek sedemên ku jin ji xizmetên tenduristiyê fêdeyê nagirin hene û got: “Nexweşiya pençeşêra malzarokê yek ji pençeşêra ku herî zêde dibe sedema mirina jinan. Di pençeşêra malzarokê de sedem ji sedî 95 HPV ye.” DÎMEN HEYE
*Medyaya serdest a îktidarê wekî lehengê xwezayê nîşan dide, talankirina xwezayê bi manupilasyon û propagandayê vedişêre. Li welatekî ku daristan lê tên talankirin, qadên jiyanê tên tunekirin, çiya dibin qadên madenê îlankirina wekî lehengekî ya îktidarê berovajîkirina rastiyê bi xwe ye. Parastina xwezayê divê ne li ser esasên tunehesibandin û rantê, divê li ser esasên parastina ax û siberoja gelan bê kirin. MEDYA KRÎTÎK
*Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bedîa Emho, diyar kir ku wate û girîngiya 2'yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê ji bo wan gelek mezin e û got: “Berxwedan û fedakariya şehîd Arîn Mîrkan û her wiha têkoşîna Revanan li tevahiya cîhanê belav bû, îradeya jinan li vir hat îspatkirin û serkeftin anî.” DÎMEN HEYE
*Parêzer Ceren Kalay Eken balkişand ser betalkirina ‘mafê nefeqeya bêdem’ a ji aliyê Dadgeha Destûra Bilind ve hat dayîn û da zanîn ku ev bi rayeya dadger dikare bi dem jî bê dayîn û got ev biryar bi nêrîna serdet a mêr hatiye dayîn. DÎMEN HEYE







