Jinên Botanî di daxwaza aştiyê de bi israr in
- 09:04 29 Cotmeh 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Jinên di pêvajoya pevçûnê de zarokên xwe winda kirine, der barê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de axivîn û diyar kirin ku divê êdî tu dayik negirîn û gotin ew di aştiyê de bi israr in.
Pêvajoya ku piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir dest pê kir, 20 meh in didome. Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja ewil de gavên şênber avêtin û çek şewitandin, vekişiyan. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wek daxwaza sereke derdikeve pêş.
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), a Cizîrê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane mewlûd da. Jinên tevli bernameya mewlûdê bûn der barê pêvajoyê de axivîn.
Jinan diyar kirin ku aştî encax bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pêk bê. Her wiha diyar kirin ku tevî zarokên xwe di pêvajoya pevçûnê de winda kirine, tu carê dest ji aştiyê bernedane. Jinan destnîşan kir ku ew naxwazin tu dayik rondikan bibarînin.







