Mirin heye, ewlehî û beramberê kedê tune ye

  • 09:03 29 Cotmeh 2026
  • Ked/Aborî
Evîn Çîftçî
 
RIHA- Li Pirsûsê komkirina hinaran destpê kir û jinên li baxçeyên hinaran dixebitin diyar kirin ku ew ji krîza aborî bi bandor dibin û gotin: “Keda me ya 25 salî tenê têrî zirara me dike.”
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê komkirina hinaran destpê kir û li baxçeyên hinaran krîza aborî û binpêkirina kedê yên herî zêde tên dîtinê ne.  Jinên ku rojane bi 800 TL di bin şertên giran de dixebitin, li aliyê din jî xwediyên erd yên ji ber krîza aborî û bihayan beramberê keda xwe nagirin. Ne karker ne jî hilberîner beramberê keda xwe nagirin.
 
Jinên li nav baxçeyên hinaran dixebitin ji ajansa me re axivîn.
 
Ji malbatê heta baxçeyên hinaran mesayî
 
Dîlan Şahîn da zanîn ku çar demsalan wek karkerên demsalî dixebitin û got: “Em di şertên giran û bê ewle de dixebitin. Ji bilî hinaran em fisteqan, titûn, sîr, û gelekên din dikin. Li Pirsûsê ji ber zêde kar tuneye em diçin bajarên din jî. Dema em biçin bajarên din em sibehê saet di 04.00’an de radibin. Ji bo karê xwe yê vir jî em saet di 05.00’an de radibin. Em saet di 07.00’an de li ser kar in. Em di bin şertên giran de dixebitin. Rê ne baş in, wesayîtên me qezayan dikin. Gelek rîsk hene. Em heta êvarê bi 800 TL dixebitin. Em neçar in vî karî bikin. Her tiş biha ye. Em nexebitin em nikarin tiştekî bikin.”
 
‘Em tenê zirara xwe digirin’
 
Meryem Gokmen jî bi lêv kir ku 25 sal in baxçeyên wan yên hinaran hene lê qezenca wan têrî zirara wan dike û wiha pê de çû: “Komkirina hinaran zehmet e. Tu kara me tune ye. Em wek pitikên biçûk lê dinêrin. Em hefteyê carê av didin. Em zibil didinê. Em çape dikin. Derman dikin. Lêçûn pir zêde ye. Kedek mezin tê dayîn. Lê qezenca me têrî zirara me nake. Em 11 mehan kedê didin. Em ji hinarên xwe ava hinaran çêdikin, difroşin. Em berheman 3-4 mehan di kewaran de vedişêrin. Ji bo zivistanê em amadekariyê dikin. Berhem ji cotkaran erzan tê girtin. Lê li bazaran biha difroşin. Li ser erd erzan li bazaran biha. Li marketan kîlo 80-90 TL ye. Li ser erd yên saxlem 50 TL yên qelaştî 20’î digirin.”
 
Halîse Gokmen jî daxuyakirin ku ew tevî ku kedek mezin didin beramberê wê nagirin û wiha dawî lê anî: “Çend roj in em vî karî dikin. Lêçûna me zêde ye. Lê qezenca me tuneye. Mazot, zibil, av, her tiş biha ye.  Dema ku em van baş nedin axê, erdê me û baxçeyê me jî hilberînek baş nadin.”