Koroya Jinan a Vengê Ma li Amedê konser li dar xist

  • 15:44 26 Cotmeh 2026
  • Çand û Huner
AMED - Koroya Jinan a Vengê Ma û stranbêj Soner Soyer bi hev re li ÇandAmedê konserek li dar xist.
 
Koroya Jinan a Vengê Ma û stranbêj Soner Soyer bi hev re li Navenda Çadn û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ÇandAmedê) konserek li dar xistin. Gelek muzîkhez tev li konserê bûn. Endamên Koroya Vengê Ma hemû bi cil û bergên xwe yên Kurdî derketin ser dikê. Di konserê de bêtir stranên bi zaravayê Zazakî hatin gotin û dengê stranên Zazakî li eywanê olanda.
 
Koroya Vengê Ma bi navê, “Em Bi Kokên Xwe Re Tên Cem Hev – Ma Rîçanê Xo Reyde Ênê Têhet” derket turneya konseran a Kurdistanê. Vengê Ma, beriya Amedê li Dêrsimê û li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî konser li dar xist. Konsera dawî jî li ÇandAmedê hate lidarxistin.
 
Koroya Jinan a Vengê Ma di sala 2024an de li Berlîna paytexta Almanyayê hatiye damezrandin. Ev koro bi pêşengiya Soner Soyer hatiye avakirin. Armanca vê komê ew e ku stranên Kurdî, çanda Kurdî û bîra civakî û hunerî biparêze û zindî bihêle.