Ji bo Nedîme Yaklav ku tahliyeya wê 7 car in tê astengkirin bangewazî

  • 15:42 26 Cotmeh 2026
  • Rojane
ENQERE - Ji bo Nedîme Yaklav ku 34 sal in girtî ye û tahliyeya wê cara 7'emîn e tê astengikirin li pêşiya Wezareta Edaletê bangewazî hat kirin û hat xwestin ev bêhiqûqî bi dawî bibe.
 
Ji bo Nedîme Yaklav a girtî ya 34 salî ku tahliya wê cara 7'emîn hate astengkirin, li pêş Wezareta Dadê çalakî hat lidarxistin û xwestin ku dawî li sepanên keyfî bê anîn. Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê, di hefteya çaremîn a çalakiyên xwe yên li dijî astengkirina tahliyeya girtiyên jin bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, li pêş Wezareta Dadê kom bûn.
 
Di çalakiya vê hefteyê de, rewşa girtiya 34 sal in girtiye Nedîme Yaklav ku tahliya wê cara 7’an hate astengkirin, hat rojevê. Ji daxuyaniyê re gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk beşdar bûn. Di çalakiyê de, “Em li dijî astengkirina tahliya girtiyên siyasî li nobetê ne” pankart hat vekirin, her wiha dowîzên bi wêneyên girtiyên jin ên ku tahliya wan hatibû astengkirin hatin hilgirtin.
 
Nesîl Çîfçî ku li ser navê platformê daxuyanî da, bal kişand ser hincetên astengkirina tahliya Nedîme Yaklav û got: “Tevî ku di girtîgehê de xebatên civakî û werzîşî yên têr nîn in, ti kursek nayê lidarxistin û xebatên werzîşî mehê carekê tên kirin, nîşandayîna nebeşdarbûna Nedîme Yaklav a van çalakiyan wek astengiya tahliyeyê nayê qebûlkirin. Taloqkirina azadiya girtiyan li ser derfetên ku saziyê pêk neanîne, ne hiqûq e, zilmek e.”
 
Nesîl Çîfçî, anî ziman ku di dema ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dihat axaftin, polîtîkayên zext û cezakirinê zirarê didin hêviyên aştiya civakî û demokratîkbûnê jî. Çîfçî destnîşan kir ku li gor daneyên OHD’ê aşkera kirine, di sê mehên dawî de tahliya 90 girtiyan hatiye astengkirin. Wî anî ziman ku di nav van girtiyan de yên zêdeyî 30 salan di girtîgehê de ne û girtiyên nexweşên giran jî hene û got, “Tahliya kesên ku şert û mercên qanûnî bi cih anîne û mafê tahliya bi şert bi dest xistine, bi hincetên keyfî û bê bingehên hiqûqî tê taloqkirin û hiqûqa înfazê li amûrekî cezakirinê tê veguherandin.”
 
Nesîl Çîfçî anî ziman ku girtîgeh nikarin li derveyî pêvajoya aşitî û demokratîkbûnê bên hiştin û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Bila dawî li astengkirina azadiya girtiyên ku mafê tahliyeyê bi dest xistine, bi hincetên keyfî bê anîn. Divê binpêkirinên mafan, muameleya xerab û sepanên înfazê yên cudakarî yên li girtîgehan bi dawî bibin. Qanûna înfazê, divê ne li ser esasê cezakirinê be; divê bi fêmkirineke ku rûmeta mirovan, mafê jiyanê, wekhevî û azadiyê biparêze, ji nû ve bê rêxistinkirin. Berî her tiştî divê astengiyên li pêş azadiya hemû girtiyên ku tahliya wan bi awayekî neqanûnî hatiye taloqkirin, bi taybetî Nedîme Yaklav, bên rakirin.”
 
Piştî daxuyaniyê, Hevserokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Mehmet Siddik Akin jî bal kişand ser binpêkirinên mafê tenduristiyê yên di girtîgehan de. Akin diyar kir ku ji ber dayîmîyên wek muayeneya bi kelepçe, lêgerîna dev û lêgerîna tazî, mafê tenduristiyê di girtîgehê de di bin ablûqayê de ye û got, “Berî her tiştî divê hemû girtiyên nexweş ên ku nikarin di girtîgehê de bimînin, bi taybetî yên nexweşên giran, tavilê û bê derengî bên tahliyekirin. Saziya Tiba Edlî divê ji yekane mercîtiyê bê derxistin, divê raporên nexweşxaneyên zanîngehê yên tam teşekkûl û saziyên tenduristiyê yên serbixwe wek bingeh bên girtin. Divê dawî li lêgerînên rûmetşikên bên anîn, gihîştina tedawiyê divê bê lezkirin.”