Nobeda li dijî JES’ê di roja 175’an de didome

  • 18:51 25 Cotmeh 2026
  • Ekolojî

MÛŞ - Li gundê Xwarik ê Gimgimê nobeda ku li dijî projeya JES’ê hatibû destpêkirin, di roja 175’an de gundê Tatanli dewr girt.

Nobeda ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, berdewam dike. Di roja 175’an nobedê de pankarta “Gelê Gigmimê santrala eneriya jeotermal naxwaze. Mudaxileyê ac û axa min neke” hate daliqandin.

Nobed ji aliyê şêniyên gundê Tutanli ve hat dewrgirtin.