Ji jinan ji bo aştî û azadiya Abdullah Ocalan bang

  • 09:05 26 Cotmeh 2026
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL - Jinên TJA’yê diyar kirin ku ji bo muzakere bidome û ji bo azadiya gelan divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya hemû civakê.”
 
 Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) diyar kirin ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê gav bên avêtin û muzakere bidomin û diyar kirin ku  azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêdayê azadiya jin û gelan e.
 
‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya hemû civakê ye’
 
Aktîvîsta TJA’yê Zuleyha Çengel da zanîn ku  azadiya Abdullah Ocalan azadiya hemû civakê û girtiyan e û got: “Em azadiya serokê xwe dixwazin. Em bi vê hişmendiyê hatine gel hev. Têkoşîna me wê bidome. Azadiya gelan bi avakirina komara demokratîk pêkan e. Pêvajo pir lawaz dimeşe. Rewşa Rojhilata Navîn jî bandor li vê dike. Ev her tim tên rojevê. Dînamîkên civakî xurt bibin wê pêvajo jî bi lez bimeşe.
 
‘Divê Abdullah Ocalan azad be’
 
Fîgen Yaşar jî daxuyakirin ku pêvajoya şerê 50 salî ev salek û nîve veguheriye pêvajoya muzakereyê û ev tişt anî ziman: “Yek ji aliyê muzakereyê birêz Ocalan e. Lê Birêz Ocalan hîna girtiye ev jî bandorê li pêvajoyê dike. Ger ku pêvajoya muzakereyê bê meşandin divê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê. Divê di hawirek azad de xebatan bimeşîne. Azadiya hemû jinan ji azadiya Birêz Ocalan derbas dibe. Ji ber vê jî em ji bo azadiya wî têdikoşin û li qadan e.”
 
‘Aştî yekalî nabe’
 
Aktîvîsta TJA’yê Dîcle Aşi jî wiha bi lêv kir: “Em azadiya gelê Kurd ji ya Abdullah Ocalan cudatir nafikirin. Di pêvajoya çareseriyê de gelê Kurd, tevgera Kurd gav avêt. Em ji aliyê hember jî gavê dipên. Divê her du alî gavê bavêjin. Aştî divê zelal be û yekalî nabe.”
 
‘Serokê me hîna girtiye’
 
Aktîvîsta TJA’yê Hanim Gozen jî daxuyakirin ku tevî evqas dem derbas bûye hîna gavek şênber nehatiye avêtin û got: “Pêvajo hat destpêkirin. Lê pêvajo yekalî nabe. Divê her du alî gavê bavêjin. Serokê me hîna girtiye. Ev nikare bê qebûlkirin. Em vê fêm nakin. Divê girtî bên berdan.  Girtiyên 30-35 sale girtîne nayên berdan. Ev wijdan û edaletek çawa ye? Em nasname, ziman û çanda xwe dixwazin.  Em ê heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe bidomînin û guh bidin serokê xwe.”