Çîroka têkoşîna ji deşta Pirsûsê heta çiyayên Çewlîgê

  • 09:03 26 Cotmeh 2026
  • Portre
Evîn Çîftçî
 
RIHA - Axîn Jiyan ku tevli gerîla bû salek 8 meh şûnde di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Axîn Jiyan wiha got: “Em bi têkoşîna keça xwe serbilind in. Ji bo xwîna zarokên me li erdê nemîne em dixwazin ku aştî erênî encam bibe.
 
Axîn Jiyan (Emîne Oran) ku di temenê biçûk de têkoşîna azadiya Kurd nas kir, li Pirsûsa  Rihayê tê dinê û bi awayekî aktîf di xebatên partiyê de cih digire. Di salên lîseyê de têkoşîna ku dimeşîne têr nabîne û tevli gerîla dibe. Axîn Jiyan salek û 8 meh şûnde di 23’ê Mijdara 2012’an de li herêma Akdag a navbera navçeya Palu a Xarpêtê û navçeya Genç a Çewlîgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.
 
Dayika Axîn Jiyan, Halîde Oran û bavê wê Mustafa Oran, der barê têkoşîna ku keça wan hiştiye axivîn û diyar kirin ku ew bi têkoşîna keça xwe serbilind in.
 
Pêvajoya tevlibûnê
 
Halîde Oran da zanîn ku Axîn Jiyan di lîseyê de tevli gerîla dibe û wiha dirêjî dayê: “Salek û 8 mehan li wir ma û li Çewlîkê şehîd ket. Pir jîr bû. Bi Kurdbûna xwe serbilind bû. Ji lêkolînê hez dikir. Çi bixwesta dikir. Ji zarokan hez dikir. Hem diçû dibistanê hem alîkariya me dikir. Pîr jîr  bû.”
 
‘Keça min pir wêrek bû’
 
Halîde Oran da zanîn ku keça wê bi bavê xwe re her tim çûye partiyê û got: “Belavokên partiyê belav dikir. Ji vî karî kêf digirt. Digot ez diçim dibistanê ji wir diçû partiyê. Ji tiştekî netirsiya. Pir wêrek bû. Zarokên me bê sedem şehîd neketin. Ez aştiyê dixwazim. Bila xwîna zarokên me li erdê nemîne. Ji bo serkeftina pêvajoyê divê her kes çi hewce dike bikin.”
 
‘Em bi keça xwe serbilind in’
 
Bavê Axîn Jiyan, Mustfa Oran jî got ew bi têkoşîna keça xwe serbilind in û got: “Keça min jîr û serkeftî bû. Gelek ji partiyê hez dikir. Her tim bi min re dihat partiyê. Dixwest li cem gelê xwe cih bigire. Ji Kurdbûna xwe serbilind bû. Em bi keça xwe serbilind in. Min tu car negot çima keça min şehîd ketiye. Ez nabêjim jî.”