Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

  • 09:14 8 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Werîşe Mûradî hevxemiya xwe ya ji ber bûyera trafîkê ya li Sine anî ziman, ku di encamê de 13 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Têkildarî qezaya trafîkê ya giran a li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, ku 5'ê Îlonê qewimî û di encamê de 13 kesî jiyana xwe ji dest dan, girtiya siyasî Werîşe Mûradî peyameke sersaxiyê weşand.
 
Werîşe anî ziman ku ya di van rojan de êşê kêm bike, hevrebûna wan e û got: “Tevî ku ti gotin nikare êşa malbatên qurbaniyan kêm bike jî, dîwarên zindanê nikare mirovan ji civakê cuda bike. Ya ku me tîne ba hev êşa hevpar, çarenûsa hevbeş û berpirsyariya hevpar a li gel hev e. Çiyayê Awdêr nasnameya Sine ye. Xelkê vî bajarî di dîrokê de rojên zehmet bi serbilindî û xweragirî borandiye. Xweragiriya me nabe bibe sedemê bêdengoya li hember êşan.”