3 jinên 32 sal in li Girtîgeha Sîncanê girtî ne, nayên berdan

  • 09:07 8 Îlon 2026
  • Rojane
Azîze Akoglu 
 
ENQERE - Sevda Çelîk Ozbîngol bal kişand ser astengiyên li pêşiya berdana girtiyên jin ên ku zêdetirî 32 salan li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne û got, "Divê Konseyên Girtîgehan dev ji paşxistina cezayan berdin û li şûna wê rihê aştiyê yê vê serdemê hembêz bikin."
 
Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK) yên Girtîgeha Jinan a Tîpa F ya Sîncanê hîn jî rê li ber berdana girtiyên siyasî yên jin digirin. Nuriye Adet, Gulşen Adet û Nedime Yaklav (Medya Yaklav), tevî ku zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ne, ji ber biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê nayên berdan. Nedime Yaklav (Medya Yaklav) ku berdana wê cara heftemîn e tê astengkirin, dê ji ber vê biryarê zêdetirî 35 salan di girtîgehê de bimîne. Gulşen Adet, ku 32 sal in girtî ye û berdana wê ji sala 2024'an vir ve tê astengkirin, di meha Tebaxê de cara şeşemîn ji bo salekê hate paşxistin. Berdana Nuriye Adet, ku ew jî 32 sal in girtî ye, di 19'ê Tebaxê de cara şeşemîn ji bo salekê hate paşxistin.
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Sevda Çelik Ozbingol bal kişand ser rewşa jinên ku li Girtîgeha Sîncanê serbestberdana wan hatiye astengkirin û diyar kir ku divê karê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ji ber çav bê derbaskirin. 
 
'Em jê re nabêjin gaveke siyasî'
 
Sevda Çelik Ozbingol bi bîr xist ku ew di serdemeke ku rêziknameyên qanûnî di çarçoveya Pêvajoya Civaka Demokratîk de têne nîqaşkirin re derbas dibin û destnîşan kir ku neqanûnîyên li girtîgehan hîn jî di pêvajoyek wisa de têne nîqaşkirin. Sevda Çelik Ozbingol bal kişand ser neqanûnîyên Lijneyên Îdarî û Çavdêrîyê û got, "Em vê yekê wekî gaveke di pêvajoya siyasî de nabînin. Em bawer dikin ku divê di gelek pêvajoyan de, nemaze yên bi mirovan ve girêdayî, rêziknameyên qanûnî werin çêkirin. Divê em aliyên civakî, siyasî û qanûnî yên vê neqanûnîyê nîqaş bikin."
 
'Bi sedan girtî hene ku bi pirsgirêkên cûda re têdikoşin'
 
Sevda Çelik Ozbingol diyar kir ku hejmara girtiyan di girtîgehan de 'pir zêde' ye û got, "Ji bilî vê, pirsgirêka bi sedan girtiyên ku bi salan e girtî ne, ji malbatên xwe veqetiyane, pirsgirêkên cûrbecûr ên jiyana girtîgehê di nav xwe de hildigirin, zehmetiyan dikişînin û bi nexweşiyên cûda re têdikoşin, yek ji mijarên girîng ên di rojeva me de ye. Divê ew yek ji rojevên girîng ên qadên siyasî û civakî be."
 
'Divê hişyariya civakî were afirandin'
 
Sevda Çelik Ozbingol, diyar kir ku Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên Girtîgehê divê dev ji paşxistina cezayan berdin û li şûna wê ruhê aştiyê yê vê serdemê hembêz bikin û wiha domand: "Li ser vê bingehê, divê hesasiyet û hişyariya civakî were afirandin. Li Girtîgeha Sîncanê, ji bilî hejmara girtî û mehkûman, jinên ku 30 sal cezayê girtîgehê derbas kirine hene û divê li gorî rêziknameyên qanûnî yên heyî werin berdan. Gelek hevalên me bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cûrbecûr re rû bi rû ne. Berdana çar jinan a li Girtîgeha Sîncanê dîsa hatiye astengkirin. Êşa ku Nedime Yaklav, Hicran Binici, Nuriye Adet û Gulşen Adet dijîn ne tenê bi wan ve sînordar e. Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê hewce ne ku biryarên avaker û aştiyane yên ku ruhê pêvajoyê nîşan didin, bidin."
 
'Divê karê Lijneyên Çavdêriya Girtîgehan were nirxandin'
 
Sevda Çelik Ozbingol, tekez kir ku divê xwezaya qanûnî ya Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê were nîqaşkirin û got, "Lijneyên Çavdêriya Girtîgehan ne saziyên ku bersiva ruh û pêdiviyên demê didin in. Ev yek di van pratîkan de bi awayekî zelal ji me re tê nîşandan. Her çend bi sedan girtî hene ku divê werin berdan jî, biryarên Lijneyên Çavdêriya Girtîgehan ne rast in. Em bawer dikin ku divê rewşa wan a qanûnî û karê wan were nirxandin."