Li Sûdanê şewba kolerayê belav dibe

  • 18:36 6 Îlon 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûdanê ji ber şerê berdewam dike krîza tenduristiyê giran dibe û kêmbûna derman û zehmetiyên veguhestinê jî jiyana nexweşan dixe metirsiyeke mezin de.
 
Li Sûdanê, şerê berdewam ê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de belavbûna kolerayê leztir kir. Ev rewş dibe sedema xirabtirbûna rewşa tenduristiyê û hilweşîna xizmetên bingehîn li deverên karesatê û gefê li jiyana gel dixwe.
 
Hejmara miriyan zêde dibe
 
Odeya Rewşa Lezgîn a Dar Hamar ku li Kordofana Rojava xebatan dimeşîne ragihand ku li gundên Humeyr û Hallet Huseyîn ên li herêma El-Udaya 23 kes mirine û zêdetirî 310 bûyerên kolerayê û gumanên wê hene û wiha got: “Pirsgirêkeke giran a dermanan heye û di veguhestina nexweşan de zehmetiyên mezin tên jiyîn. Rewşa tenduristiyê li gundê Humeyrê xirabtir dibe; li navenda îzolasyonê 120 bûyerên gumanbar hatine tesbîtkirin û 11 kes jî mirine. Rêxistinê tekez kir ku li navendê şilavên damarî û dermanên girîng nînin û bi zêdebûna hejmara bûyeran re xeterî mezintir dibe.Li herêma Hallet Huseyînê jî zêdetirî 190 bûyerên kolerayê û 12 mirin hatin tomarkirin. Nexweşên giran ji ber astengiyên veguhastinê nikarin bigihîjin nexweşxaneyan û qeyrana xurekê hinek malbat neçar kiriye ku zarokên xwe bi xwarina ajalan xwedî bikin.”  Rêxistinê banga alîkariya bijîşkî û xurekî ya lezgîn kir.
 
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), di meha Tîrmeha borî de têkildarî windahiyên mezin ên sivîlan ên ku ji ber berdewamiya şer û belavbûna nexweşiyan rûbirû dimînin, hişyarî dabû. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihandibû ku li Sûdanê 1 hezar û 330 bûyerên kolerayê yên piştrastkirî û 114 mirin tomarkiriye.
 
Li Sûdanê, ji 15’ê Nîsana 2023’yan û vir ve di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de şer û pevçûn berdewam dikin. Di van şer û pevçûnan de bi deh hezaran kes mirine û nêzî 13 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.