Xelkê Kobanê bi dirûşma 'Zimanê Kurdî xeta me ya sor e' meşiya
- 13:26 2 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes ji xelkê Kobanê, ji bo parastina perwerdeya bi zimanê Kurdî û betalkirina biryarnameya hikumeta demkî ya Şamê ya li dijî perwerdeya bi zimanê dayikê meşiyan.
Piştî biryarnameya Wezareta Perwereyê ya hikumeta demkî ya Şamê ku perwerdeya bi zimanê Kurdî dadixîne asta 3 dersan ên hefteyê, bi hezaran kes ji xelkê Kobanê daket qadan. Meşa ku ji qada Jina Azad destpê kir, heta qada Aştiyê dewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Şêrîn û xweş e zimanê Kurdî" û "Bê ziman jiyan nabe" hate hildan.
Ji beşdarên meşê mamosteya Zimanê Kurdî Meryem Abid bi bîr xist ku ji destpêka şoreşê ve ew bi zimanê xwe dixwînin, xewn û xeyala bi salan bi şoreşê re pêk anîn û got, "Ev bû 14 sal em bi zimanê xwe bi Kurdî dixwînin. Niha jî bi wê biryarê dixwazin tenê sê dersan bidin û zimanê Erebî bixin şûna zimanê Kurdî. Me berê zimanê Erebî dixwend û niha em ê dîsa bixwînin lê wê zêdetir bi Kurdî be. Em xwediyê zimanekî ne ku ji hemû aliyan de dewlemend e."
Meryem Abid a ji ANF'ê re axivî, got, zimanê wan ji bo wan xeta sor e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Ew hebûna me ye. Bêyî ziman em nikarin bijîn. Zimanê me ji bo me xeta sor e û yan mirina me yan jî fêrbûn bi zimanê me."
Xwendekar Dilovan Elo jî ragihand ku ji bilî Kurdî ne mumkin e ku ew bi zimanekî din bixwînin û got, "Ez di refa 6'an de me û ez Kurd im. Ez ne Ereb im ku ez zimanê Erebî fêr bibim. Ez diçim dibistanê û ji bilî Kurdîtiya xwe tiştekî din qebûl nakin. Yek zimanê me heye û ew jî Kurdî ye. Em ji bilî Kurdî zimanekî din qebûl nakin."
Mamosteya Zimanê Kurdî Caklîn Şêx Xidor jî diyar kir ku niha zimanekî ne yê wan li ser zarokan tê ferzkirin, ev yek wê bandoreke neyînî li derûniya zarokan bike û got, "Bi saya keda Mamoste Viyan Amara û hevriyên wê em gihîştin vê lutkeya ji pêşketina ziman. Li her derê zimanê me yê Kurdî tê dayîn. Lê piştî biryarnameyê careke din hewldanê qirkirina zimanî tê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Xala sereke ya entegrasyonê ew e ku zimanê Kurdî di Destûra Sûriyeyê de were bicihkirin. Ew biryar eger neyê guhertin em ê dibistanên xwe jî venekin."
Şêx Yihya Goraxlî diyar kir ku zimanê Kurdî zimanê duyem ê li ser asta Sûriyeyê ye û got: "Zimanê me ji berê de hatiye parastin û em ê wê biparêzin. Em Kurd in û zimanê me xweda çêkiriye û ji qurana pîroz e. Sê ders tenê ji bo me ne bes e. Divê di hefteyê de sê ders Erebî bin. Em li vir vê biryarê qebûl nakin."







