Girîn Taş li Cizîrê hat bibîranîn

  • 13:40 2 Îlon 2026
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş (Sozdar Serhildan) a ku di 2020'an de jiyana xwe ji dest daye, bîranîna hate lidarxistin.
 
Li Mala Şînê ya Hamdiye Kadoglu ya li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo Fermandara YJA-Starê Girîn Taş (Sozdar Serhildan) ku di 9'ê Adara 2020'an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabû, bîranîn hat lidarxistin. Bi pêşengiya MEBYA-DERê, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û Newroz Ûysal Aslan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û bi sedan welatî tev li bîranînê bûn. Girseya ku li ber Mala Dengbêjan kom bû, heya mala şînê bi berzkirina diruşma, “Şehîd namirin” meşiya.
 
Piştî ku girse gehişt mala şînê ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê parlamenter Newroz Ûysal Aslan axivî û diyar kir ku di kesayeta Sozdar Serhildan de ew hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û wiha axivî: “Me li Cizîrê di kesayeta hemû şehîdan de şehîdên tekoşînê 3 rojan bi bîr anîn. Îro jî em li vir bîranîna xwe berdewam dikin. Îro tişta dikeve ser milê me xurtkirina rêxistinkirinê ye. Mîrateyek bêhempa ji me re hiştine û em ê li mîrateya wan xwedî derkevin.”
 
Newroz Ûysal Aslan di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbata Taş û hemû gelê Kurd re xwest. Malbata Taş jî bi xêrhatina xelkê kir û serxweşiyê ji hemû gelê Kurd re xwest.
 
Piştî axaftinan mewlûd hat xwendin û serdana bîranînê bi dawî bû.