Şêniyên Til Temirê dawaza zêdekirina dema perwerdeya bi Kurdî kir
- 14:08 2 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Til Temirê li dijî biryara veqetandina tenê 3 saetan di hefteyê de ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî û daxwaza pejirandina zimanê Kurdî wekî zimanekî bingehîn li kêleka Erebî kir.
Îro li bajarê Til Temirê yê parêzgeha Hesekê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya veqetandina tenê 3 saetan di hefteyê de ji bo prwerdeya bi zimanê Kurdî, xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin.
Xwepêşandanê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda bajêr dest pê kir û li Kolana Filistînê veguherî mîtîngê.
Di çalakiyê de, mamosteya zimanê Kurdî Hêvîdar Mihemed Elî axivî û diyar kir ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê beşeke bingehîn a nasname, bîr û çanda civakê ye. Hêvîdarê banga berfirehkirina hînkirina zimanê kurdî û pejirandina wî wek zimanekî bingehîn di saziyên perwerdeyê de li kêleka zimanê Erebî kir.
Hêvîdarê ji rayedarên peywendîdar xwest guh bidin daxwazên dê û bavan û mamosteyan ku zimanê Kurdî di pêvajoya perwerdeyê de li kêleka zimanê Erebî bibe zimanê sereke.







